Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Nūēe: Xelata Žerefnamź ya 2020an ji Konź Rež re ye

 


 Înstûta Çanda Kurdî ya Viyênayê
Viyêna, 19.12.2020


  Înstîtûta Çanda Kurdî ya Viyênayê Xelata Žerefname ya Çand û Zimanê Kurdî ya sala 2020î diyarî nivîskarê kurd Konê Rež kir ji ber ked û xebatên wî di warê çand, ziman û wêjeya kurdî de. Konê Rež bi berhemên xwe yên li ser Malbata Bedirxanîyan roleke xwe ya pir giranbuha di parastina dîroka kurdî de heye. Konê Rež bi xebatên xwe yên di çil salên dawî de bi roleke gelek balkêž di parastina çand û dîroka kurdî de rabûye.


 Xelata Žerefname her sal ji aliyê Înstîtûta Çanda Kurdî ya Viyenayê ve ji bo nivîskar û rewženbîrên, ku giringtirîn pirtûk û xizmet ji bo çand, ziman û pirtûkxaneya kurdî pêžkêž dikin, tê diyarîkirin. Înstîtûta Kurdî xelata xwe ya çand û zimanê kurdî di bin navê “Žerefname” pêžkêž dike. Žerefname pirtûka dîroka kurdî ya Žerefxanê Bedlîsî ye û carinan wek "Dîroka Kurdistanê" jî tê naskirin.
 Tê zanîn ku Înstîtûta Çanda Kurdî ya Viyênayê Xelata Žerefname ya sala 2018an diyarî Prof. Celîlê Celîl kiribû ji bo rola wî ya balkêž di parastina çand û zimanê kurdî û bi taybetî folklorê kurdî de û ya sala 2019an jî pêžkêžî nivîskarê navdar Žahîn Bekirê Soreklî kir.
 Konê Rež: rewženbîr, nivîskar û helbestvanekî kurd e. Di malbateke kurdperwer, zimanhez û rewženbîr de mezin bûye. Ji mêj ve ji ziman, folklor û toreya gelê xwe hez kiriye.
 Bi dehan berhem û gotarên wî di kovar û rojnameyên kurdistanî de hatine wežandin û gelek pirtûkên wî hatine çapkirin.

 

 Konê Rež wekî rewženbîrekî kurd li her çar perçeyên Kurdistanê hatiye naskirin, çimkî ew yek ji wan kesên pêžî ye ku di van çil salên dawî de li Rojavayê Kurdistanê bi zimanê kurdî nivîsandiye û hê jî bi kar û barên xwe yên nivîsandina bi zimanê kurdî radibe.
 Konê Rež, di sala 1953an de li gundê bi navê Doda hatiye ser rûyê dinyê. Navê Konê Rež yê rasteqîn (Selmanê Osmanê Abdo) ye. Bi sedema kar, xebat û keda wî ya kurdewarî, ew bi navê (Konê Rež) li seranserî Kurdistanê hatiye naskirin.
 Li ciyê ku lê hatiye dinyê xwendina xwe ya seretayî temam kiriye‚ pažê li Qamižlo û Hesekêyê lîse ango bakalorya standiye û gelek hewl dane ku xwendina xwe ya bilind bi dawî bike, lê pê re neçûye serî ta ku di Almanyaya rojava re derketiye.
 Ji mêj ve bi ziman, folklor û toreya gelê xwe mijûl bûye. Di gelek kovar, rojname û belavokên kurdî de beždar bûye. Li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welêt berhemên wî hatine wežandin û belavkirin.
 Ew xwediyê kovara “Gurzek Gul” bû, li gel hevalê xwe A. Baqî Huseynî ta hejmara 10an, dûvre jî wî bi tena serê xwe berpirsiyariya kovarê hilgirt ser milên xwe ta ku hejmarên wê gihane 15an. Ew kovara ku di navbera salên 1989 - 1992an de, li Qamižloyê, li nav kurdên Binxetê dihat belavkirin.
 Konê Rež di jiyana xwe de ta roja îro gelek xelat standine. Ji wan xelatan: di sala 1998an de, bi helkeftina sedsaliya rojnamegeriya kurdî Xelata Zêrîn ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê wergirtiye, û di sala 2000î de jî, bi helkeftina festîvala Cizîrî li Duhokê, ji aliyê wezîrê rewženbîrîyê yê hikûmeta Herêma Kurdistanê, birêz Felekeddîn Kakeyî ve hatiye xelatkirin. Di sala 2003an de Konê Rež li Amedê beždarî sedsaliya Cegerxwîn bûye. Konê Rež, ev 15 sal in, endam e di PENa Kurd de, ya ku žaxeke ji PENa Navnetewî ye.

Înstûta Çanda Kurdî ya Viyênayê
Viyêna, 19.12.2020

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 4
Bi Tevahī Deng: 8


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark