
Îro, Yekîtiya Giþtî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye, bi dilekî gelekî xemgîn û bi dax, nûçeya hate ragîhandin ko Seîd Gabarî koça dawî kiriye bihîst ....
Bêgumane ko bi koçkirina Seîd Gabarî, gelê me bi giþtî û huner û stiranbêjî û folklora Kurdî bi taybetî bejneke gelekî bilind winda kir, û stêreke geþ ji asmanê Kurdistanê, di warê hunerê de qurijî û hate xwar, û bê guman e jî ko bi mirina Seîd Gabarî û kesên weke wî, ên ko îro pêdiviya gelê Kurd û Kurdistanê gelekî bi wan heye, valahiyeke mezin derdikeve holê.
Seîd Gabarî di sala 1956an de ji dayik bûye, û hîna biçûk bû bînaya
çavên xwe winda kir, lê bi rastî gelekî jîr bû, bîrok û bîrmendiya wî
gelekî fireh û zengîn û bê hempa bû, loma zû bi zû hînî mûzîkjeniyê by,
bi taybetî tembûr, û dest bi stiranbêjiyê kir, dema ko Seydayê Cegerxwîn
û Seydayê Tîrêj nasdike, gelek ji helbestên wan, û yên çend helbestvan
din jî, dike stiranin gelekî bi nav û deng, û bi taybetî stirana (ey
bilbilêdilþadî) ko li ser zimanê her kesî ye, wî gelek stiran û sirûdên
þoreþgêrî û netewî stirane, û bi hezaran stiranên nuh xistine ser mûzîk û
stiranên Kurdî, ew pê gelekî zengîn û rengîn kiriye; welat û ntewe
perweriya wî bûbû evîn dilê wî, ok ti carî di dilê wî de sar nebûye,
revîna agirê wê evînê kêm nebûye ....
Bera serê gelê Kurd hemûyî sax
be, serê malbata wî, yê xizm û dostên wî sax be, bi hezaran barên gul û
beybûnan li ser gora wî bin, gorbuhiþtî be bavê Bêkes ...
Wê Seîd
Gabarî di dilê gelê xwe de zindî bimîne, we dibistana wî a hunerî her
bimîne û pêþ de here, dengê wî, mûzîk û stiranên wî, wê her û her wî di
nav me de zindî bihêle ...
Yekîtiya Giþtî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye
04.05.2020