Ji Evîna Rojên Kevin (53); Bavê Min!*
Dîrok: ÇáÎãíÓ 07 ãÇÑÓ 2019
Mijar: Nûçe



 Konê Reþ

  Her ku rûpelekî dinivîsim, gotinên bavê min têne bîra min.. Her ku li çîrokên kalemêrekî guhdarî dikim, cardî gotinên bavê min têne bîra min.. Çendî hewil didim ku xwe ji bavê xwe rizgar bikim, bi min re dernakeve..! Ew bavê ku têra xwe dinya dîtibû; baþ problem û serpêhatî hatibûn serê wî.. Wî þîret li me dikir û digot; kurên min! Qenc bin, tiþtek ji xerabiyê nayê ji xerabiyê pê ve; "Qeckiro bi xwe kiro û xerabkiro bi xwe kiro" û digot; yê ji mala xwe re ne qenc be, nikare qenciyê bigihîne mala cîranê xwe.. û nav di me de dida ku em qenc bin û di xwendina xwe de xurt bin..


 Her ku ji gund diçû Qamiþlokê an cihekî din û vedigeriya malê, çîroka çûna xwe bi hûrikî ji pîrka min Nûra Keye re digot û xwêdan pê diket.. (Bavê min ji wan kesên ku ta di zivistanî de jî xwêdan dida!). Piþtî ku Nûrê çû rehmetê, çîroka çûna xwe ji diya min re digot.. Min jî, di wê zaroktiyê de, bi tev hestê xwe lê gudarî dikir.. Di bin bandora gotin û þîretên wî de mezin bûm û ji wê hingê ve wêneyê wî li ber çavên min e û gotinên wî di qula guhên wî de bi zingezing in.. Niha, car caran diya min ji me re dibêje: Xwezî bavê we sax ba.. wê çendî kêfa wî bi encamê keda û westandina wî re bihata..
*     *    *
  Bavê min, nexwende bû. Vê paþiyê fêrî hin axaftina bi zimanê erebî û xwendina Quranê bibû.. Quran li gor zanîbûna xwe dixwend û hin caran dengê xwe bi xwendinê re bilind dikir.. Gelekî hez xwendinê dikir û zor li me dikir ku em bixwînin.. Ew sofiyekî Barzanî bû.. Di destpêka salên 1960`î, heyamê þoreþa Barzaniyê nemir de, radyoyek wî hebû, her esir gundî dihatin mala me, li Dengê Kurdistana Iraqê guhdarî dikirin.. Piraniya gundiyan hez Mela Mustafa Barzanî û pêþmergeyên wî dikirin.. Di mala me de kesî hez Lenîn, Stalîn, Cemal Abdulnasir û Xalid Begdaþ nedikir.. Xweþ tê bîra min, wê hingê hin xortên malê û gund divîbûn bibin pêþmerge û digotin: "Ji bedêla ku em leþkeriya rêjîma Sûriyê bikin û di eniyên þerê Cihûyan an di qaçaxiya li ser vî sînorê Serxet û Binxetê de bi gule û mayînên Tirko bêne kuþtin, na, bela em di ber Mela Mustafa Barzanî de bêne kuþtin, çêtir e.. Ma Abdulselam Arif çi dozê li Mela Mustafa dike.. Ew jî misilman e.. Bi Xwedê ji wan misilmantir e.. Dixwaze di welatê xwe de, bi xelkên xwe re bi selametî bijî.. Ma çi dozê lê dikin..?!".
*     *    *
  Bavê min mamostayê min yê jiyanê bû. Yekemîn kes bû ku di warê nivîsandinê de, ez dehif dame.. Di sala 1974`an de, ji bo nameyekê ku min ji birayê xwe re þandibû û têde behsa zilma û zora rêjîmê li ser binxetiyan kiribû; bê çawa rêjîmê xelkên ereb ji parêzgehên dûr anîne nav xaka kurdên Cizîrê.. Seba vê nameyê emniyetê êrîþî mala me kir; pirtûkxaneya min sexte kirin, bav û birayê min yê parêzer girtin û birin Qamiþlokê, ji bo bersivdanê.. Piþtî wê nameyê bi pêlekê, bavê min ji min re got: "Lawo! Helbet nameya te bi nirx û dijwar bû.. binivîse, texsîr meke, lê hayê te ji te hebe, rêjîm bê ewle ye..". Ev gotina wî bû wek guharekî di guhê min de.
* Bavê min (Hecî Osmanê Evdo); wek piraniya xelkên Beriya Mêrdînê bi cil û bergên erebî bû, lê dibêjin ku bapêrên me, bi cil û bergên Kurmancî bûn; bi þal û þapik û kum û koloz bûn. Ew di roja 24/12/1985`an de li gundê me Doda koçka dawî kir. Ez û bavê xwe di orta wêne de ne/1980.
Qamiþlo 07.03.2019







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4947