Keç û xortên canfida pêdiviya wan bi rêberatiyek rastgo û canfidaye.. 
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 18 ãÇíæ 2018
Mijar: Nûçe



Mehmûd Biro

Serê çend salaye kû gelê me li rojavayî kurdistanê serî hildaye û gotina xwe daye, êdî bese jibo zordarîyê, û belê jibo azadîyê û jiyana birûmet.
Jina kurd navê wê li cîhanê belav bû bi qehremanî, herwha þervanê kurd. Ewan istora Daiþê hilweþandin, û bidehan gund û bajarên kurdan rizgarkirin û parastin ji êrîþên hovane yê terorîstan.
Dema ku Bûka rojavayî kurdistanê kete bin êrîþên dewleta tirk de, rêberên Pkk liqendîlê zirtên xwe dikirin û digotin: Ger Turkyê bikevê Efrînê emê agir bi Enqera û Stembolê bixin, yanjî digotin wê Efrîn bibê Stalîngrad.


Efrîn çû, bisda hatin þehîd kirin, bi sedhezaran mane  derbider likolanan, malê kurdan talan bûn, zarok jinêza li çolan mirin, û nexweþ linexweþxana dimirin ji bê guhdanî û tinebûna dermanan.

Piþtî vêqasê rêberên qendîlê li zirtên xwe xwedî derneketin.
Zêdetir jiwêjî ji sedhezaran re yên kû jimalên xwe bazdane dibêjin nevegerin malên xwe.

Wata ev ne canfidane û ne wefadarin, ne jibo gel û ne jibo xak û niþtiman.
Lewma jî ez dibînim ku ew xort û keçên qehreman û aza û canfida ji ypg û ypj pêdivîya wan birêberatiyek wefadar û canfida ye.
Enks dikarê canfidabê û wefadarbê û li gelê xwe xwedî derkevê. Bizûtirîn wext derbasî nava Efrîn bibê, nivîsgihên xwe vekê û xizmeta xelkê bikê.
Her weha ewê ku þêre û wêreke û zanaye û canfidaye dinava ENKS ê de, divê ew rêberatiyê bikê û biryarên çarenûsî bistînê liser xaka Rojavayî Kurdistanê, ne li baþûr û ne li Europa û ne li Turkyê.

Dost û dijmin û dagîrkeran jihevdû veqetînê û têkilyên diplomasî giþtî û yên stratêcîk jihevdû naskbikê û bihostayî gêma siyasî bikê, ne bi sergermî.
Herweha hêzeke leþkerî niþtimanî kurdistanî avabike ji pêþmerge û ji hezên din wek ypg/ ypj, yên ku behwermendbin bi têkoþîna netwî û bi xaka Rojavayî kurdistanê.
Heger Enks ê vê yekê nekê, ewjî wê bibê hevparê qirkirina gelê kurd li Efrînê û  sertanserî Rojavayî kurdistanê.

Îro gok li Aliyê ENKS ê ye û divê golê serkeftinê bînê û wextê xwe winda nekê.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4798