Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Keç û xortên canfida pêdiviya wan bi rêberatiyek rastgo û canfidaye.. 

 


Mehmûd Biro

Serê çend salaye kû gelê me li rojavayî kurdistanê serî hildaye û gotina xwe daye, êdî bese jibo zordarîyê, û belê jibo azadîyê û jiyana birûmet.
Jina kurd navê wê li cîhanê belav bû bi qehremanî, herwha şervanê kurd. Ewan istora Daişê hilweşandin, û bidehan gund û bajarên kurdan rizgarkirin û parastin ji êrîşên hovane yê terorîstan.
Dema ku Bûka rojavayî kurdistanê kete bin êrîşên dewleta tirk de, rêberên Pkk liqendîlê zirtên xwe dikirin û digotin: Ger Turkyê bikevê Efrînê emê agir bi Enqera û Stembolê bixin, yanjî digotin wê Efrîn bibê Stalîngrad.


Efrîn çû, bisda hatin şehîd kirin, bi sedhezaran mane  derbider likolanan, malê kurdan talan bûn, zarok jinêza li çolan mirin, û nexweş linexweşxana dimirin ji bê guhdanî û tinebûna dermanan.

Piştî vêqasê rêberên qendîlê li zirtên xwe xwedî derneketin.
Zêdetir jiwêjî ji sedhezaran re yên kû jimalên xwe bazdane dibêjin nevegerin malên xwe.

Wata ev ne canfidane û ne wefadarin, ne jibo gel û ne jibo xak û niştiman.
Lewma jî ez dibînim ku ew xort û keçên qehreman û aza û canfida ji ypg û ypj pêdivîya wan birêberatiyek wefadar û canfida ye.
Enks dikarê canfidabê û wefadarbê û li gelê xwe xwedî derkevê. Bizûtirîn wext derbasî nava Efrîn bibê, nivîsgihên xwe vekê û xizmeta xelkê bikê.
Her weha ewê ku şêre û wêreke û zanaye û canfidaye dinava ENKS ê de, divê ew rêberatiyê bikê û biryarên çarenûsî bistînê liser xaka Rojavayî Kurdistanê, ne li başûr û ne li Europa û ne li Turkyê.

Dost û dijmin û dagîrkeran jihevdû veqetînê û têkilyên diplomasî giştî û yên stratêcîk jihevdû naskbikê û bihostayî gêma siyasî bikê, ne bi sergermî.
Herweha hêzeke leşkerî niştimanî kurdistanî avabike ji pêşmerge û ji hezên din wek ypg/ ypj, yên ku behwermendbin bi têkoşîna netwî û bi xaka Rojavayî kurdistanê.
Heger Enks ê vê yekê nekê, ewjî wê bibê hevparê qirkirina gelê kurd li Efrînê û  sertanserî Rojavayî kurdistanê.

Îro gok li Aliyê ENKS ê ye û divê golê serkeftinê bînê û wextê xwe winda nekê.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark