Medya Kurdî
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 03 ãÇíæ 2017
Mijar: Nûçe



Desteya Sernivîser*  
 
Medya yek ji diyardeyên civakî ya herî giring e, û destlatdariya çarem a serdema niha ye.  Gelê ku wê neke xizmet doz, hebûn û azadiya xwe tê wateya ku ew milet li paþ maye. Em dikarin bêjin ku medya Kurdî û þoreþa azadiyê ya gelê Kurd tucarî ji hev cuda nabin, ji ber ku têkoþîna þoreþê û ya medyayê hev temam dikin, nemaze di vê qonaxa nazik û hestiyar a ku doza gelê Kurd têre derbas dibe de.


Li welatê me yê ku ewqas þer, kuþtin, pevçûn, koçkirin û talankirin lê berdewam in de, pêdiviya tekoþînê di hemû warên jiyanê de û lor zimanê demê heye, bêguman medya jî yek jî wî zimanî ye û civakê berve ronahiyê rêdike.
Di riya medyayê re bîrûbawerî, zanîn û çanda rewþenbîrî ya li ser bingeha neteweyî roj bi roj di civakê de geþtir dibe, û rola wê di parastina wêje, ziman û hemû warên zanînê de jî heye. Herweha pêþxistineke ramyarî di nav civakê de peyda dike, û bi awayekî zindî wêne û nûçeyan   yekser ji temaþevan û xwendevanan re vediguhêze.
  Di vê serdemê de, serdema zanist û têknolojiyayê de, medya kurdî çi TV û radiyo, çi jî rojname û kovar) bûye pirek ji bo her çar beþên Kurdistanê û roleke berçav di hiþyarbûn û rewþenbîriya gelê kurd de dilîze, lewra dagîrker û xêrnexwazên Kurdan bi her awayekî dixwazin rê li ber wê bigirin, mûma wê vemrînin, û evîna azadiyê derbasî nifþên nû nekin. Rojnamevanên Kurd nikarin erka xwe bi awayekî azad bi cih bînin, weþanên wan tên qedexekirin û rê li ber azadiya wan tên girtin, û ji bo xebata rojnamegeriya mirovparêz û aþtîxwaz kesên wek Þîfa Gerdî, sembola rojnamevanên jin ên neteweyî dibin armanca neyaran û jiyana xwe ji dest didin.
Medya ji bo avakirina aþtiyê û yekrêziya gelê Kurd hêviyek e, û xebata bo nûçegihandin û çapemeniya bi zimanê kurdî zor pîroz e, hêviya me ew e ku medyakarên Kurd nûçe, dîmen û nivîsên xwe têxin xizmeta yekîtiya gelê Kurd, û zimanê nakokî û dijberiyê gur nekin, bi erk û ustubariyên xwe rabin, û li saxlemiya civaka xwe xwedî derkevin.
* Desteya serniviser ya rojnameya Rewþen – hejmar 22






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4602