Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Medya Kurdī

 


Desteya Sernivîser*  
 
Medya yek ji diyardeyên civakî ya herî giring e, û destlatdariya çarem a serdema niha ye.  Gelê ku wê neke xizmet doz, hebûn û azadiya xwe tê wateya ku ew milet li paž maye. Em dikarin bêjin ku medya Kurdî û žoreža azadiyê ya gelê Kurd tucarî ji hev cuda nabin, ji ber ku têkožîna žorežê û ya medyayê hev temam dikin, nemaze di vê qonaxa nazik û hestiyar a ku doza gelê Kurd têre derbas dibe de.


Li welatê me yê ku ewqas žer, kužtin, pevçûn, koçkirin û talankirin lê berdewam in de, pêdiviya tekožînê di hemû warên jiyanê de û lor zimanê demê heye, bêguman medya jî yek jî wî zimanî ye û civakê berve ronahiyê rêdike.
Di riya medyayê re bîrûbawerî, zanîn û çanda rewženbîrî ya li ser bingeha neteweyî roj bi roj di civakê de gežtir dibe, û rola wê di parastina wêje, ziman û hemû warên zanînê de jî heye. Herweha pêžxistineke ramyarî di nav civakê de peyda dike, û bi awayekî zindî wêne û nûçeyan   yekser ji temaževan û xwendevanan re vediguhêze.
  Di vê serdemê de, serdema zanist û têknolojiyayê de, medya kurdî çi TV û radiyo, çi jî rojname û kovar) bûye pirek ji bo her çar bežên Kurdistanê û roleke berçav di hižyarbûn û rewženbîriya gelê kurd de dilîze, lewra dagîrker û xêrnexwazên Kurdan bi her awayekî dixwazin rê li ber wê bigirin, mûma wê vemrînin, û evîna azadiyê derbasî nifžên nû nekin. Rojnamevanên Kurd nikarin erka xwe bi awayekî azad bi cih bînin, wežanên wan tên qedexekirin û rê li ber azadiya wan tên girtin, û ji bo xebata rojnamegeriya mirovparêz û ažtîxwaz kesên wek Žîfa Gerdî, sembola rojnamevanên jin ên neteweyî dibin armanca neyaran û jiyana xwe ji dest didin.
Medya ji bo avakirina ažtiyê û yekrêziya gelê Kurd hêviyek e, û xebata bo nûçegihandin û çapemeniya bi zimanê kurdî zor pîroz e, hêviya me ew e ku medyakarên Kurd nûçe, dîmen û nivîsên xwe têxin xizmeta yekîtiya gelê Kurd, û zimanê nakokî û dijberiyê gur nekin, bi erk û ustubariyên xwe rabin, û li saxlemiya civaka xwe xwedî derkevin.
* Desteya serniviser ya rojnameya Rewžen – hejmar 22

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark