Newroza Schleswig 21.03.2017
Dîrok: ÇáÎãíÓ 23 ãÇÑÓ 2017
Mijar: Nûçe



Yekem car e li evî bajarî “Newroz” bi fermî li (Kreis Schleswig-Flensburg) ya bajarê Schleswig bi xwe çêdibe.
Û di Rojname û Malperên Schleswig-Flensburg de nûçeya ko Kurdan Newroza xwe li (Kreis)ê pîroz kirin û spasiya Birêveberiya karûbarên Penaberan (Ausländerbehöder)kirin, belav kirine. Ahenga Newrozê bi rêveberiya mamoste Amed û Þîlan Doskî û bi xebata wan hate amadekirin.
Komek muzîkê bi rêveberiya mamoste Ciwan Îsa (Amîrê Buzuq) û Tola (Org) û bi beþdarbûna çend hunermendên ciwan (Jîn, Zana, Memo û Hîn)..


Frau Willig Dastana Newrozê bi kurtî bi dengê xwe yê rewan got.
Landrat Dr. Wolfgang Buschmann gotinek da û tê de spasiya Penaberan kir.
Wênekêþ û Vîdyo birêz Sulêman Kenho.
Aheng bi beþdarbûna gelek Kurd û Elmanên Bajarê Schleswig lidar ket, pêþkêþvanê Ahengê ciwanê Kurd Çira Doskî bû..
Endamên Kreis ya Schleswig-Flensburg  ji hêla Kurdan ve hatin xelatkirin û çi kesê/a ko hatibû Ahengê jî gulek spî diyarî wî kirin.
Em Kurdê li herêma Schleswig-Flensburg spasiya dewleta Elmanya û Kreis ya Schleswig-Flensburg dikin ko wan bi xwe destûr dan me, em Newroz xwe li Hola Avahiya Kreisê vejînin.
Di vehêsanê de gelek coreyên Þêranî ko Jinên Kurd, Efxan, Faris û Ereban amade kiribûn, mêvanên Ahengê bi dilxweþî xwarin..
 
Her Newroz Miletê Kurd serkeftî be
https://www.youtube.com/watch?v=9qNdku4mmu8































Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4566