W welat navim..
Drok: 13 2016
Mijar: Ne



Mehfûzê mele silêman

Wî welatî navim..
Ku tê de bê nav bim
Bê çav û bê gav bim
Ku  tê de sebav bim


 Wî welatî navim..
Ku tê de birçî bim
Yan jî qereçî bim
Bê kas û kevçîbim
 
Wî welatî navim..
Ku tê de dev bûz bim
Seror pit xûz bim
Bi kûz û bi nûz bim
 
Wî welatî navim..
Ku tê hebe qedî
Sîtem û bedî
Riswayî û gedî
 
Wî welatî navim..
Ku tê de biyan bim
Bê vîn û iyan bim
Bê çare û kan bim
 
Wî welatî navim..
Ku tê de bêm girtin
Yan jî bêm  avêtin
Yan jî bême kutin
 
Wî welatî navim..
Ku tê de bê kar bim
Dîl ermezar bim
Bê pik û bê par bim
 
Wî welatî navim..
Ku tê de bê vîn bim
Bê hez û evîn bim
Bê  soz û evîn bim
 
Wî welatî navim..
Ku tirsonek ûrbaz bin
Fen û fût rêbaz bin
Birakuj serbaz bin
 
Wî welatî navim..
Ku berdevk virek bin
Ku malxwê tirek bin
Kebanî xirek bin
 
Wî welatî navim..
Ku pencer kulek bin
Ku beraz kulek bin
Ku zilam pîrek bin
 
Wî welatî navim..
Eger serdar diz bin
Bi xit û bi gurz bin
Dixs û xiniz bin
 
Wî welatî navim..
Eger ivan gur bin
Ger paswan sîxwer bin
Ger sera axur bin
 
Wî welatî navim..
Ku tê de bin dest bim
Bê deng û helwest bim
Her dem jar û mest bim
 
Wî welatî navim..
Ku serwer qemer bin
Ku bê ser û ber bin
Zinx û pere xwer bin
 
Wî welatî navim..
Ku serkirde hov bin
Bi tov û bi gov bin
Ku dijî mirov bin
 
Wî welatî navim..
Eger bê binyad be
Ku bê yasa û dad be
Ku xelk ne azad be
 
Wî welatî navim..
Ku bê ayin de be
Ku bê balinde be
Ku bav bê dûnde be
-------------------------
Qamilo 6.1.2016
 






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4422