 |
|
 |
 |
 |
 |
 |
Mehfûzê mele silêman
Wî welatî navim..
Ku tê de bê nav bim
Bê çav û bê gav bim
Ku tê de sebav bim
Wî welatî navim.. Ku tê de birçî bim Yan jî qereçî bim Bê kas û kevçîbim Wî welatî navim.. Ku tê de dev bûz bim Serþor piþt xûz bim Bi kûz û bi nûz bim Wî welatî navim.. Ku tê hebe qedî Sîtem û bedî Riswayî û gedî Wî welatî navim.. Ku tê de biyan bim Bê vîn û þiyan bim Bê çare û kan bim Wî welatî navim.. Ku tê de bêm girtin Yan jî bêm avêtin Yan jî bême kuþtin Wî welatî navim.. Ku tê de bê kar bim Dîl þermezar bim Bê piþk û bê par bim Wî welatî navim.. Ku tê de bê vîn bim Bê hez û evîn bim Bê soz û þevîn bim Wî welatî navim.. Ku tirsonek þûrbaz bin Fen û fût rêbaz bin Birakuj serbaz bin Wî welatî navim.. Ku berdevk virek bin Ku malxwê tirek bin Kebanî xirek bin Wî welatî navim.. Ku pencer kulek bin Ku beraz kulek bin Ku zilam pîrek bin Wî welatî navim.. Eger serdar diz bin Bi xiþt û bi gurz bin Dixs û xiniz bin Wî welatî navim.. Eger þivan gur bin Ger paswan sîxwer bin Ger sera axur bin Wî welatî navim.. Ku tê de bin dest bim Bê deng û helwest bim Her dem jar û mest bim Wî welatî navim.. Ku serwer qeþmer bin Ku bê ser û ber bin Zinx û pere xwer bin Wî welatî navim.. Ku serkirde hov bin Bi tov û bi gov bin Ku dijî mirov bin Wî welatî navim.. Eger bê binyad be Ku bê yasa û dad be Ku xelk ne azad be Wî welatî navim.. Ku bê ayin de be Ku bê balinde be Ku bav bê dûnde be -------------------------
|
|
|
 |
 |
 |
 |
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene |
|
| |
|
|
|
|