Helbestavan û zanyarê olperst Seyd Eliyê findikî
Dîrok: ÇáÃËäíä 10 ÃÛÓØÓ 2015
Mijar: Nûçe



Diljar Emîn

Dîroka mirovatiyê diyar dike,ku her miletek kesin navdar di nav wan de peyda bûne û wek hîmê yekemîn ji avakirin û pêþxistina þaristanî,çandî,huner û toreye miletê xwe re hatine nasîn.
Lê sebaretî çand û tore ye me ya kurdî,em dikarin bêjin ku li ser destê þêx û melan pêþketiye ( Ehmedê Xanî, feqiyê teyran, Melayê cizîrî....) mirov dikare bêje ku cizîra Botan navendeke alîkar bû di vî warî de,û roleke pir mezin ji belavkirina zanînê bêtir ji hemî bajarên kurdistanê leyistiye.

Ji ber ku dibistana sor li bajarê Cizîrê bû,li ser destê Þeref Xanê bedlîsî hatibû avakirin,bi çar zimanan lê dihate xwendin û nivîsandin ( Kurdî,Turkî,farisî,Erebî).
Hêjayî gotinê ye ku mirov bêje ku helbestvanê gewre Melayê Cizîrî li dibistana sor hatiye veþartin.
Piþtî vê kurte pêþgotinê ez dixwazim bi kurtî li ser jînenîgariya zaniyar û helbestvan Seyd Eliyê Findikî rawest im.
Seyd Elî kurê Seyd Suleyman kurê Ibrahîm kurê Seyd Umer kurê Mela Hesanê Xetîb e.
Di sala ( 1892 ) de li Findka Botanê ji dayik bûye,Seydayê hêja biçûkaniya xwe li cem bavê xwe bûrandiye  li ber destê wî xwendiye, li cem mirovên xwe jî , û zanyarên olperest xwendiye,mîna Mela Isma,îl li gundê Bafê,Mela Necmedîn li Kercosê,Mela IbrahîmêKorikî li Biþêriyê û li cem Hecî Fetah hînî zimanê Farisî bûye,li cem Þêx seyda jî xwendiya,Seyda demka dirêj wane dane zarokên malbata Þêx Seyda û Feqeyên wan.
Piþtî ku li Finkê vegeriyaê li cem apê bavê xwe Þêx Hesenê Findikî xwendiye,Þêx Hesen keça xwe Rehîma dayê de û jê re kire jinç
Sê kur û du keçên wî hebûnê kurê wî yê mezin Ebdulrehmanê,bîst û sê salan mftiyê Cizîrê maye,di sala ( 1986 ) an de çûye dilovaniya xwedê.
Lê kurê wî yê biçûk Mihemed Baba niha jî li bajarê Cizîrê melatiyê dike.
Seydayê Findikî mîna alekê bilind bû,pirsgirêkên herêm û astengên herêmê ji hemî aliyan ve çareser dikirin,zimanê wî þêrîn bû,dostaniya wî xweþ bû.
Ji bilî ku zaniyarekî mezin bû,wisa jî helbestvankî gewre bû,helbestên di nav miletde bi nirx û buha bûn,ta niha jî gelek Feqe û Meleyan helbestên wî ezber kirine.
Seyd Elî di sala ( 1967 )an de çûye dilovaniya xwedê,li Cizîrê li kêleka gora Þêx Seyda li taxa Qelê hatiye veþartin û li kêla gora wî ev her du malkên wî yên navdar hatine nivîsandin:
Di dunya yê heçî rabê              feqîr û Þêx û Axa bê
Ji ber mirnê xelas nabê            di þerq û hem di xerbê de.
Ji bilî dîwana wî ya ku du caran hatiye çapkirin,heft brehemên wî yên ku di olperstiyê de nivîsandine,bê çapkirin mane.
Ev çend malikên tên ji dîwana sydayê Findikî ne:
Xemrevînek min hebû pir nazik û zîba xîsal
Ez pijandim firqeta wê nazika þêrîn kelam
Bê kesim nabit li min qet pursiyar û hem su,al
Ez birîndar û xerîbim bê dewa û bê tebîbim
Kuþtiyê cewra reqîbim hêviya min zulcela
Her dema tête xiyalim suhbet û bezma wîsalim
Pir dinalim pir dikalim firqetê kirime hîlal
Wek Elî zanit kesî camek ji hicranê vexwar
Sa,etek dûra firaqê pirtire ji sala wîsal
Ey gelo dîsa dibitin ez bibînim dîlberê
Da bi destê dim li ser weqtê firaqê erz û hal
Her kesê mizgîniya weslê ji bo me bîtin
Ruhê xwe ez dê bidim jê re di þûna milk û mal.
   





Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4115