Ziman Welat me y Netew ye Div ew Nebe Dl Biryarn Siyas
Drok: 15 2014
Mijar: Ne



Merwan Berekat

Ji bo miletan, ziman ne tenê nasname ye. Ew hebûn, mayîn, welat û jiyan e, ango eger miletek bixwezibe xwe ji windabûnê biparêze, divê berî her titekî din, li zimanê xwe xwedî derkeve û wî di hemû warên jiyana xwe de bi kar wîne.
Ziman navnîana serekîn a taybetmendiyên netewî ye, û ji wê pirtirîn mirov kane bêje, ji bo her miletekî ziman welatê wî yê netewî ye.  Eger mirov li droka mirovahiyê vegere, û wê ba rçav bike, dê rastî vê rastiyê were.


Belê; di gele serdemên dîrokî de, gelek milet û netew hebûn, ew xwedî dîrok, aristanî, koltor û welat bûn, lê îro ew nema hene, ne ji ber ku ew bi talan nexweî û wêrankirinê hatin tunekirin, lê belê sedem ew e, ku ew li zimanê xwe xwedî derneketin, wan zimanê xwe berdan û zimanê hin miletên din bi kar anîn, û bi wê yekê, ew di nav netewên wan zimanan de hatin helandin. Di vî warî de, xêrnexwezên gelê Kurdî û nemaze di van sedsalên borî de, hertim bi pilan û pîlanên cubecur hewil kirine, û hîn jî di wan hewildanan de ne, ku zimanê Kurdî ji jiyana Kurdan dûr xînin, û zimanên xwe bikin zimanê jiyana gelê Kurd, û di wê riyê re dîrok û hebûna Kurdan tune bikin. Lê pêeng û zimanperwerên Kurd, hertim haydar bûn, û bi hemû kanebûn û zanebûna xwe pêî li wan pilanan dibirîn, û di warên jiyana zimanê Kurdî de dixebitîn, û ew pê ve dibirin. Ma yek Kurd heye, ku nizane kesên wek Mîr Celadet Bedirxan, Miqdad Bedirxan, Kamîran Bedirxan, Cîgerxwîn, Qanatê Kurdo, Osman Sebrî, Nûrdîn Zaza.. û her weha bi sedan, ku wan beekî mezin ji jiyana xwe xistibûn xizmeta zimanê Kurdî û pê ve birina wî. Ji bo ew xebata wan a bi hêja û bi rûmet, wan gelek tund û tûjî wek lêdan, zinda, koçberî û sirgûnî ji aliyê neyarên gelê Kurdî ve dîtin. Bêguman ewê hertim mamosteyê me, yên pîn bimînin, û ev navên gewre, bi tîpên zêrîn di ferhenga gelê Kurd de hatine danîn.
Di 15. 05. 1932 an de, li bajarê amê, paytexta Sûriyê, Celadet Bedirxan kovara HAWARÊ bi zimanê Kurdî û bi tîpên Erebî weand. Bêguman weana kovara Hawarê yek ji firkên pêvebirina zimanê Kurdî bû. Wê gulistaneke pir rengîn di jiyana zimanê Kurdî zêde kir, û ta roja îro, ew kar, xebat û berhema pir hêja û dewlemend cihê anazî û rêzgirtina gelê Kurd e, û nemaze ji aliyê nivîskarên zimanê Kurdî û zimanperwerên Kurd ve. Li Rojavayê Kurdistanê roja derxistina kovara Hawarê Cejna Zimanê Kurdî hatiye binavkirin.
Di çend salên borî de, li Rojavayê Kurdistanê gelek saziyên zimanê Kurdî wek Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî li Sûriyê, Zaziya Zimanê Kurdî, Saziya Gîgerxwîn.. û H.W.D hatin damezirandin,: Mebesta ji damezirandina van saziyan ew e, ku xwendin, nivîsandin û asta zimên di hin waran de bilind bikirin. Lê mixabin her saziyek bi serê xwe dixebite, û her yekê ji wan metrolayek ji xwe re daniye û tê têkildarî di navbera wan saziyan de tuneye.
Di vî warî de, gelek pirs li bîra mirov tên, ma gelo çê dibe, ku saziyên zimanê Kurdî jî wek tevgera siyasî ya Kurdî dûrî hevbin..?? Ma gelo çê dibe, ku ji bo  her saziyekê metroyaleke cuda hebe.?? Tê çi wateyê, ku bi boneya Cejna Zimanê Kurdî, her saziyek bi tena xwe ahî, seminar û festîvalan li dar dixe..?? Ma gelo çê dibe, ku agirtek sê astên fêrkirinê û bi pileyên bilind  encama serkeftinê bistîne û fêrnamê werbigire, lê çê nabe, ku ew di dibistanan de fêr bike, ji ber ku wî fêrnameya xwe ne ji S.Z.k wergirtiye? Bêguman kar û xebata hemû saziyên zimanê Kurdî cihê rêzgirtin û anziya me ye, lê dê pir karekî hêjatir be, eger hemû sazî hajî hev hebin û ji bo bilindkirina asta zimanê Kurdî karên hebve bikin. Hêvî ew e, ku nakokiyên di navbera tevgera siyasî ya Kurdî de, derbasî nav saziyên zimanê Kurdî nebin, û bandorên xwe yên neyînî  li wan û rewa zimanê Kurdî nekin.
Ziman; ne yê kesekî, saziyekê û yê patiyekê ye. Ew zimanê gel e. ew welatê me yê netewî ye. Ya rast ew e, ku em tev û bi êwakî hevbe û yekrêzî bi hemû kanebûn û zanebûna xwe li wî xwedî derkevin û biparêzin.
Cejna zimanê Kurdî li hemû gelê Kurd pîroz be.







Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3674