Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ziman Welatê me yê Netewî ye Divê ew Nebe Dîlê Biryarên Siyasî

 


Merwan Berekat

Ji bo miletan, ziman ne tenê nasname ye. Ew hebûn, mayîn, welat û jiyan e, ango eger miletek bixwezibe xwe ji windabûnê biparêze, divê berî her tiþtekî din, li zimanê xwe xwedî derkeve û wî di hemû warên jiyana xwe de bi kar wîne.
Ziman navnîþana serekîn a taybetmendiyên netewî ye, û ji wê pirtirîn mirov kane bêje, ji bo her miletekî ziman welatê wî yê netewî ye.  Eger mirov li droka mirovahiyê vegere, û wê baþ rçav bike, dê rastî vê rastiyê were.


Belê; di gele serdemên dîrokî de, gelek milet û netew hebûn, ew xwedî dîrok, þaristanî, koltor û welat bûn, lê îro ew nema hene, ne ji ber ku ew bi talan nexweþî û wêrankirinê hatin tunekirin, lê belê sedem ew e, ku ew li zimanê xwe xwedî derneketin, wan zimanê xwe berdan û zimanê hin miletên din bi kar anîn, û bi wê yekê, ew di nav netewên wan zimanan de hatin helandin. Di vî warî de, xêrnexwezên gelê Kurdî û nemaze di van sedsalên borî de, hertim bi pilan û pîlanên cubecur hewil kirine, û hîn jî di wan hewildanan de ne, ku zimanê Kurdî ji jiyana Kurdan dûr xînin, û zimanên xwe bikin zimanê jiyana gelê Kurd, û di wê riyê re dîrok û hebûna Kurdan tune bikin. Lê pêþeng û zimanperwerên Kurd, hertim haydar bûn, û bi hemû kanebûn û zanebûna xwe pêþî li wan pilanan dibirîn, û di warên jiyana zimanê Kurdî de dixebitîn, û ew pêþ ve dibirin. Ma yek Kurd heye, ku nizane kesên wek Mîr Celadet Bedirxan, Miqdad Bedirxan, Kamîran Bedirxan, Cîgerxwîn, Qanatê Kurdo, Osman Sebrî, Nûrdîn Zaza.. û her weha bi sedan, ku wan beþekî mezin ji jiyana xwe xistibûn xizmeta zimanê Kurdî û pêþ ve birina wî. Ji bo ew xebata wan a bi hêja û bi rûmet, wan gelek tund û tûjî wek lêdan, zinda, koçberî û sirgûnî ji aliyê neyarên gelê Kurdî ve dîtin. Bêguman ewê hertim mamosteyê me, yên pþîn bimînin, û ev navên gewre, bi tîpên zêrîn di ferhenga gelê Kurd de hatine danîn.
Di 15. 05. 1932 an de, li bajarê Þamê, paytexta Sûriyê, Celadet Bedirxan kovara HAWARÊ bi zimanê Kurdî û bi tîpên Erebî weþand. Bêguman weþana kovara Hawarê yek ji firkên pêþvebirina zimanê Kurdî bû. Wê gulistaneke pir rengîn di jiyana zimanê Kurdî zêde kir, û ta roja îro, ew kar, xebat û berhema pir hêja û dewlemend cihê þanazî û rêzgirtina gelê Kurd e, û nemaze ji aliyê nivîskarên zimanê Kurdî û zimanperwerên Kurd ve. Li Rojavayê Kurdistanê roja derxistina kovara Hawarê Cejna Zimanê Kurdî hatiye binavkirin.
Di çend salên borî de, li Rojavayê Kurdistanê gelek saziyên zimanê Kurdî wek Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî li Sûriyê, Zaziya Zimanê Kurdî, Saziya Gîgerxwîn.. û H.W.D hatin damezirandin,: Mebesta ji damezirandina van saziyan ew e, ku xwendin, nivîsandin û asta zimên di hin waran de bilind bikirin. Lê mixabin her saziyek bi serê xwe dixebite, û her yekê ji wan metrolayek ji xwe re daniye û tê têkildarî di navbera wan saziyan de tuneye.
Di vî warî de, gelek pirs li bîra mirov tên, ma gelo çê dibe, ku saziyên zimanê Kurdî jî wek tevgera siyasî ya Kurdî dûrî hevbin..?? Ma gelo çê dibe, ku ji bo  her saziyekê metroyaleke cuda hebe.?? Tê çi wateyê, ku bi boneya Cejna Zimanê Kurdî, her saziyek bi tena xwe þahî, seminar û festîvalan li dar dixe..?? Ma gelo çê dibe, ku þagirtek sê astên fêrkirinê û bi pileyên bilind  encama serkeftinê bistîne û fêrnamê werbigire, lê çê nabe, ku ew di dibistanan de fêr bike, ji ber ku wî fêrnameya xwe ne ji S.Z.k wergirtiye? Bêguman kar û xebata hemû saziyên zimanê Kurdî cihê rêzgirtin û þanziya me ye, lê dê pir karekî hêjatir be, eger hemû sazî hajî hev hebin û ji bo bilindkirina asta zimanê Kurdî karên hebveþ bikin. Hêvî ew e, ku nakokiyên di navbera tevgera siyasî ya Kurdî de, derbasî nav saziyên zimanê Kurdî nebin, û bandorên xwe yên neyînî  li wan û rewþa zimanê Kurdî nekin.
Ziman; ne yê kesekî, saziyekê û yê patiyekê ye. Ew zimanê gel e. ew welatê me yê netewî ye. Ya rast ew e, ku em tev û bi þêwakî hevbeþ û yekrêzî bi hemû kanebûn û zanebûna xwe li wî xwedî derkevin û biparêzin.
Cejna zimanê Kurdî li hemû gelê Kurd pîroz be.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark