Kon Re Pirtka (Ji Strn Welat Qedexe)
Drok: 01 2013
Mijar: Ne



  Ev pirtûka Konê Re (Ji Stêrên Welatê Qedexe), nû hatiye çapkirin û di roja (28.11.2013)an de, ketiye ber destê xwendevanên zimanê kurdî de. Ev pirtûk li Duhokê, di nav 31 pirtûkên nû de, ji weanên (Rêveberiya Çap û Belavkirinê li Duhokê), hatiye çapkirin û di roja 28.11.2013an de, di nav wan weanan de ji bo imzekirinê, li zankoya Duhokê, di hola konferansan de hatiye raxistin ji bo forotin û îmzekirinê.. Sed mixabin ew derfet nebû ku Konê Re here Duhokê û vê pirtûka xwe a nû imze bike..


Li dor çapkirina vê pirtûkê Konê Re a nû wiha dibêje: Ez ji dil û can spasiyên xwe pekêî mamoste Kerîm Byaniy edîtorê Rêveberiya Çap û Belavkirinê li Duhokê dikim ku ev pirtûka min wiha bedew çapkirine.. Pirtûk ji 255 rûpelan pêk tê.
Hêjaye gotinê ku ji encamên keda Konê Re a bi salan, îsal 4 pirtûkên wî bi zimanê kurdî hatine çap û belavkirin û hin jî bi rê de ne, amade ne ji çapê re:
  1. Dîroka Rojnamegeriya Kurdî li Sûriyê û Libnanê, li Duhokê.
  2. Bajarê Cizîra Botan û Hunera Mîr Bedirxan, li London û Tirkiyê
  3. Helbestên Zarokan, li Amedê.
  4. Ji Stêrên Welatê Qedexe, li Duhokê.
  5. Di sala derbasbûyî 2012an de jî, pirtûka wî Dîroka Qamilo, bi zimanê erebî hatiye çap û belavkirin.

    Fermo diyariya Konê Re a vê pirtûka wî a nû bixwînin:
    (Mijarên vê pirtûkê (Ji Stêrên Welatê Qedexe), di çax û demên têvel de hatine nivîsandin. Ji 30 stêrên ge pêk tê.. Her stêrek li gor  ronahiya xwe xeber dide û li gor navê her stêrekê min derfet daye ronahiya wî..
       Ez kêfxwe dibim ku xwendevanên zimanê kurdî li ber ronahiya van stêran ber xwe bibînin û rêçikên durist di pêvajoya xebata rewenbîriya kurdî de, ji xwe re bibijêrin û her wiha xwe ji xebatê bê par nehêlin. Her yek ji rex xwe ve kevirekî di avahiya rewenbîriya kurdî de deyne..
       Bela serboriya van stêran ji me re bibe navtêdan, dehifdan û sorkirin ber bi parastina ziman û rewenbîriya kurdî ve..)

Cemîd Bagokî
Qamilo, 01.12.2013







Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3470