Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Berhemên Nû: Konê Reþ û Pirtûka (Ji Stêrên Welatê Qedexe)

 


  Ev pirtûka Konê Reþ (Ji Stêrên Welatê Qedexe), nû hatiye çapkirin û di roja (28.11.2013)an de, ketiye ber destê xwendevanên zimanê kurdî de. Ev pirtûk li Duhokê, di nav 31 pirtûkên nû de, ji weþanên (Rêveberiya Çap û Belavkirinê li Duhokê), hatiye çapkirin û di roja 28.11.2013an de, di nav wan weþanan de ji bo imzekirinê, li zankoya Duhokê, di hola konferansan de hatiye raxistin ji bo forotin û îmzekirinê.. Sed mixabin ew derfet nebû ku Konê Reþ here Duhokê û vê pirtûka xwe a nû imze bike..


Li dor çapkirina vê pirtûkê Konê Reþ a nû wiha dibêje: Ez ji dil û can spasiyên xwe peþkêþî mamoste Kerîm Byaniy edîtorê Rêveberiya Çap û Belavkirinê li Duhokê dikim ku ev pirtûka min wiha bedew çapkirine.. Pirtûk ji 255 rûpelan pêk tê.
Hêjaye gotinê ku ji encamên keda Konê Reþ a bi salan, îsal 4 pirtûkên wî bi zimanê kurdî hatine çap û belavkirin û hin jî bi rê de ne, amade ne ji çapê re:
  1. Dîroka Rojnamegeriya Kurdî li Sûriyê û Libnanê, li Duhokê.
  2. Bajarê Cizîra Botan û Hunera Mîr Bedirxan, li London û Tirkiyê
  3. Helbestên Zarokan, li Amedê.
  4. Ji Stêrên Welatê Qedexe, li Duhokê.
  5. Di sala derbasbûyî 2012an de jî, pirtûka wî Dîroka Qamiþlo, bi zimanê erebî hatiye çap û belavkirin.

    Fermo diyariya Konê Reþ a vê pirtûka wî a nû bixwînin:
    (Mijarên vê pirtûkê (Ji Stêrên Welatê Qedexe), di çax û demên têvel de hatine nivîsandin. Ji 30 stêrên geþ pêk tê.. Her stêrek li gor  ronahiya xwe xeber dide û li gor navê her stêrekê min derfet daye ronahiya wî..
       Ez kêfxweþ dibim ku xwendevanên zimanê kurdî li ber ronahiya van stêran ber xwe bibînin û rêçikên durist di pêvajoya xebata rewþenbîriya kurdî de, ji xwe re bibijêrin û her wiha xwe ji xebatê bê par nehêlin. Her yek ji rex xwe ve kevirekî di avahiya rewþenbîriya kurdî de deyne..
       Bela serboriya van stêran ji me re bibe navtêdan, dehifdan û sorkirin ber bi parastina ziman û rewþenbîriya kurdî ve..)

Cemþîd Bagokî
Qamiþlo, 01.12.2013

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark