GIRKA KORAYE
Drok: 31 2012
Mijar: Ne



LAZGÎN DÊRÛNÎ

Ya kû em jê di tirsan em gihanê , û ya me dixwest ji me dûr ket
Metelokek di bêjê: rî dibê bost lê dijmin nabê dost.
Kurdê reben û hejar: ti ji kî mafê xwe dixwazê, qey ti nizanê ku maf tên sitandin lê nayên dan, qey ti nizanê kû ti bê hêzî, bê pitî, bê xwedî yî, bê serok û rêberî, bê heval û hogirî.


Ev ne cara pêiye û ne ya dawiye jî KURD têne xapandin, lê belê ew xwe dixapênin, di çin û tên li xwe di vegerin, di xelekeke vala de digerin, bê armancin, bê helwestin, bê biryarin, bê viyanin, li pey dilpakiya dilê xwe û hestên xwe diçin, tim li ser hêvî û lav û xweziyan dijîn, û sedema van tita teva ewe kû KURD bê bingih û lê vegerin.
Kurdê xweewîst: kîbûn yê berê kurda dane kongirê STENBOLÊ û kîbûn yê berê wan jê vegerand?pitî xwevekiandina kûrda û xwe dûrkirina wan ji encûmena nitîman ya SÛRÎ ,pirsa herî giring eve : wê KURD berê xwe bidne kî û wê bi kûve herin?û li ser çi bingihê ev biryar hate sitandin? gelo kar û bar û xebata kudên SÛRÎ gihitiye qûnaxekê û bûye hêzek û jimareke mezin kû karibê li ser piyê xwe rawestê kû di rojên pêde mafên ew dixwazê kû îro ji ber wan xwe vekiandiye bistînê?
Di bawerya mide ev leyistkike mezine li ser KURDÊN ROJAVA dibê , destine xirab ketine navde ,helwesta KUDA ne ji cem waye û ne serbixweye , îro karekî partîtî di bê ne karekî kurdewariye , li cem xelkê bûye bihar lê hê li cem KURDA payize , bi koratî dane  ser rê , lê mixabin  nizanin ser û berê wa bi kûveye,ewên xwe kirine serok û rêberê vî miltî û biryara wî kirine destên xwede, sibe ev rijêm bi kevê û encûmena nitîman ya SÛRÎ cihê wê bigrê , wê ev serokê kurda xwe xine navde û li gor berjewendiyên xwey teybet wê cihê xwe têde bigrin , û dîse ev miletê kor wê ji wanre li çepka bi dê,lê bê maf , bê azadî, bê rûmet.
31/3/2012







Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2921