Di bîranîna çelrojiya nemir Dr. Þêrzad
Dîrok: ÇáÓÈÊ 24 ãÇÑÓ 2012
Mijar: Nûçe



Dr. Ebdilmecît Þêxo

Sekretêrê Partiya Yekitiya Dêmpokrat li Sûriyê berêz Mihye Dîn Þêx Alî!
Endamên serkirdayetiya Partiya Yekitiya Dêmokrat li Sûriyê!
Endamên hemû partiyên Kurd li Rojavayê Kurdistanê !
Dayika nemir Dr. Þêrzad !
Bavê pakrewanê me, mamoste Selah!
Hemû beþdarên dilsoz !
Bi navê nivîsgeha parêzwer ya  Encûmena niþtimanî ya Kurd li Sûriyê
Silav û rêz ji we hemuyan re !


    ( 1)
Birayê min yê biçûk !
Pir mixabin keys ji min re lênehati bû ku ez te ji nêzîk de nas bikim ,
lê gava min di malê xwe de , ji aliyekê de bi riya telvizyonê çavdêriya buyerên ne mirovan e li welatê xwe dikir ; ji aliyê din de, min bi baskên ramanên xwe di nav pêl û bahozên siyasî û wêneyên tirsdar de melevanî dikir,carna dilopên bêzar ji çavên min û bê vîna min, mîna pelên payîzê dihatin xwerê…..
Lê min gelek caran jî,riya xwe bi peyvên lehengên azadiyê kurt dikir ,serên wan bi ava kaniyên bajarê Efrînê diþûþt û bi zarokên xwe re siruda serbestiyê û aþtiyê  distra…Bi vî rengî min di nav hevdijayetiyê de, carna li vî rexî û carna li wî rexî palvedida, ji ber ku felsefa jînê û çavkaniya wê tenê weha dibe ….
Ji niþkave zengila telîfona mala min wek awaza çûkeke nexweþ lêket;hevalekî min bi dengekî melul gote min ; Tu zanî xortekî me rewþenbîr û azadîxwaz  bi destên neyarên peyva serbest hatiye kuþtin ?
Ew Dr. Þêrzad e….
Te got kî ..çawa û   ji bo çi  ?  Min pirsên xwe mîna zîpik û toliyan li hevalê xwe barandin … ,lê dilê min jî mîna zarokekî sêwî lêdiket … Belê ezbenî , belê ezbenî  Dr. Þêrzad evîndarê azadî û mirovperweriyê bû, hevalê min gote min .

( 2)
Ax û hezar kovan ,ji ber sedemên giring, min nikanî bû bi dê û bav,bi heval û hogirên nemir û  bi hemwelatiyên  bajarê xwe re  li ser gorna Dr. Þêrzad beþdar bûma û gurzên gulan ji gulistana  goristanên  pakrewanan li ser gorna wî bireþanda.

(3)
Di roja sêhem de, em çend heval hatin gundê pakrewanê xwe ; (Elendara),  Ev gunda li sirtekî bilind e , hawîrdora wê darên zêtonê ,gir û pesarên qeþeng in ,bayê wir di heyama xweserî de herdem  sar e , lê di wê rojê de sirûþtê jî  ji ber bêzariya xwe bayê germ û dilzar bi ser mîvanên nemirê me  Dr. Þêrzad de berdida . Min li bin çadira serxweþiyê bi dehan û sedan ruyên  welatparêz , têkoþerên nasdar dîtin ; melul û dilsar bûn,hêminî û bêdengiyê  ew li xwe pêçandibû ,lê  ez li rex bavê nemir  rêzdar Selah rûniþtim ..zimanê min  lihevgeriya ,,bi dengekî pir nizim min gote wî bila serên we sax bin !
Piþtî kurtedemekê min serê xwe rakir; li rast û çepê xwe nêhrî , min wêneya bêgunehê me  dît , ez ponijîm , min kovan ji cegerekî þewitî berdida  , min dîke û bi hemî hestên xwe li çavên wî nêhrî ..,ji min ve hate xuyakirin ku ew dixwaze bi çavên xwe bi min re bipeyve. Min ji wî pirsî, kê tu kuþtî ?
Ewî gote min ,ez nizanim !Lê ew ajen in,  nokerê welêt in .
Xêre li texistin  birko?
Dîsan gote min , ez nizanim  , ez bijîþk bûm ,min birîn û zamên  mirovan derman dikirin  ,belê  min serbest  deng dikir ji ber ku ez serbest jî ji dayika xwe bû me , min bi destekî ala welatê xwe radikir û bi destekî din ala azadiyê hildida jor ,ez bi hevalên xwe re  li ser mirovperweriyê  dipeyivîm, ez li dijî setemkariyê bûm. Ev bûn gûnehên min  !!!
Na! na ! Ev peyvên te nasnama rûmetiyê  ye , emê bi peyvên te çavên keçên xwe kildin , emê bi peyvên te  cegerên çelmisî vejînin birako !
Min dîsan ji wî pirs kir; tu çi dixwazî  ji mîvanên xwe re bêjî ?
Dîsan ewî bi çavên xwe gote min; Bila hemû  mîvanên min , hemû  mirovperwer, hemû azadîxwaz , hêmin bin ,dilþad bin,ez niha di gulistaneke kurdistanî de li nik nemirên mezin rûnîþtî me.
Lê tu ji dayik û bavê xwe re çi dixwazî bêjî?
Silav û rêz ji we û wan re , bila ew serbilind bin , bila  dayika min hertim þabe,ezê ji fireþteyên buheþtê re limêjan bikim ku ewa  û bavê min û hemû dilxwazên  ser ruyê erdê werin cem me , emê dîsan li vir jî  bi hev re govendên azadiyê  ji hemû gelan û bindestan re girêdin. De bila bimre koletî ! De bila bijî yekitiya gelê Kurd !Dîsan silav û rêz û hemû cejnên duhatî li we û li gelên cîhanê  pîroz bin !








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2915