Sibeha te
Drok: 14 2012
Mijar: Ne



 

Nisrîn Ehmed

Ev sibeh, ne ji rêzê ye.
Cav, ne evêndarên xewê ne.
 Evînî ji gundê me dibare.
xewn û xeyalan, dîwaran wenda kirine.


Bajar, di evrazên tenahiyê de avabûne.
Ketî, ber bi peravên buhitan ve diçin.
Pêjna te tê û tu ne xwiyayî !.
xwe disperim siya nêrgizên hewê.
Nû, cavên xwe ji adarê re vekirne.
bihna wan, bedewiya wan, dêmê te di rewanê min de nîgar dikin.

Nêçîrvanê peyva revok ...
wa nîçîrvano...
 dîsa torê vede lo!.
Demê rawestîne, sitûnên buhtê hilde, raz û kilîtên evînê bilind bike.
de were ...
kavlê dilê min ji dîtina te ve bi buhitekê dirame.
di kolanên tozgirtî de derbas bibe, da ji nû ve giya û beybûn di keviyan de în werin.
tu ne xwiyayî, lê pêjna te tê.

ev sibeh, ne ji rêzê ye ...
ciwanya xwe diyarî te kiriye.
 
9/3/2012







Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2900