Welat min
Drok: 27 2011
Mijar: Ne



 

Hêmin Mendanî
 
Welatê min çi buhetî
di pirsim çawe tu hitî 

di pirsim ji Dil û Ceger  
ji çav û Gavan, ji huner


li gel Hest û Nestên nazik
we çawe biriye Ceng û rik

we çawe ew Zevî hêlan
wê çi xewnê hûn hildêran

wê çi Sozê bin barxistin
di Deriya Kerban rewitin

hemî ew Dildarên dilsoz
Gul û Rihan û Belîloz

Civatên xwe peyvên êrîn
Sefan û Berwarên zêrîn

wek Kovî jî nekir çen Roj     
hin Berxwedan, hin Tirr û Toz 

we ew hêlan tev Evîndar
çav bi Hêsir , Dil brîndar

Belê Welatê her çeleng
Hêlîna germ û pir qeeng

tu Vîn û jîn û Pal û Bar
di Hembêza te pir Dildar

min hitin ez bûme Rêwî
li Dengê Dil kir Guhdêwî

Xewin hûnan bê Tevin û Dez
di çandin pir bustan û Rez

bo vê Dinê hem Dina din
di pîvandin drêj û kin

di hijmartin Kun û Kiwar
di hilgirtin Peya , Siwar

ne hemî Xewnên êvaran
di kevin kunên Dîwaran

lê hestên naz û têr Evîn
her War nabin bo wan Hêlîn

Xwidanên Evîn û Soza
Dil nadin her Koz û Hoza

Rehên kûr bin Lat û Hêtan
Qirnabin bi Dînamêtan

Welatê pir ciwan û xwe
Sefa, Merwa ne Berê Re

çen Cih berz û pirfazin ew
Nagrin Cihê Warê Bedew

Sed ax Welat û hem Dilber
di Bîr û çavin , tim Keser

bi Yezdan Sûnd sed hezarcar
ne çav û Gav , ne Dil û Zar

çendî dûrbin ji te Cîwar
tev devtene di Gerim û Sar

Mekih /27/6/2011/








Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2559