Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Welatê min

 


 

Hêmin Mendanî
 
Welatê min çi buheþtî
di pirsim çawe tu hiþtî 

di pirsim ji Dil û Ceger  
ji çav û Gavan, ji huner


li gel Hest û Nestên nazik
we çawe biriye Ceng û rik

we çawe ew Zevî hêlan
wê çi xewnê hûn hildêran

wê çi Sozê bin barxistin
di Deriya Kerban rewiþtin

hemî ew Dildarên dilsoz
Gul û Rihan û Belîloz

Civatên xweþ peyvên þêrîn
Sefan û Berwarên zêrîn

wek Kovî jî nekir çen Roj     
hin Berxwedan, hin Tirr û Toz 

we ew hêlan tev Evîndar
çav bi Hêsir , Dil brîndar

Belê Welatê her çeleng
Hêlîna germ û pir qeþeng

tu Vîn û jîn û Pal û Bar
di Hembêza te pir Dildar

min hiþtin ez bûme Rêwî
li Dengê Dil kir Guhdêwî

Xewin hûnan bê Tevin û Dez
di çandin pir bustan û Rez

bo vê Dinê hem Dina din
di pîvandin drêj û kin

di hijmartin Kun û Kiwar
di hilgirtin Peya , Siwar

ne hemî Xewnên êvaran
di kevin kunên Dîwaran

lê hestên naz û têr Evîn
her War nabin bo wan Hêlîn

Xwidanên Evîn û Soza
Dil nadin her Koz û Hoza

Rehên kûr bin Lat û Hêtan
Qirnabin bi Dînamêtan

Welatê pir ciwan û xweþ
Sefa, Merwa ne Berê Reþ

çen Cih berz û pirfazin ew
Nagrin Cihê Warê Bedew

Sed ax Welat û hem Dilber
di Bîr û çavin , tim Keser

bi Yezdan Sûnd sed hezarcar
ne çav û Gav , ne Dil û Zar

çendî dûrbin ji te Cîwar
tev devtene di Gerim û Sar

Mekih /27/6/2011/


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark