Tenê dilê min bi wî re ji dil de dikene û bi xewnên wî re bilind difire.
Ez dizanim ko bêhna kulîlkên wî ne teniktir e ji bêhna kulîlkên cihên din...
Û daristanên wî ne firehtir in ji daristanên din
Û çiyayên wî ne bilintir in ji çiyayên din
Lê welatê min e
Tenê giyanê min bi kevir û zinarên wî ve girêdayî ye
Û damarên min bi ava çem û rûbarên wî lewend û geþ dibin.
Ez dizanim ew carcaran ne pir dilovan e û ne jî pir evîndar e...
Lê ew welatê min e
Tenê di bin dilovanî û evîna wî (bi hiþkî, bi nermî) de
Aramiyê dibînim, kûr vedihesim û diramim.
Ez dizanim ew bindest e
Parçe ye, ne serbeste
Lê ew welatê min e
Tenê di dilê min de azade û serbeste.
Ez dizanim
Ez dizanim...
Ew dilê min e
Giyanê min e
Bav û dayik û zarok û û hebûna mine
WELATÊ xewn û ramanên...
Min eeeeeeee...