evn Helbest (3) Helbesta kurd ber w li ku ye
Drok: 17 2010
Mijar: Ne



  Mehmûd Badilî

weku me di evên bûrî de, da xuya kirin, ku evên helbestê, dê her carê bi awayekî, xwe bi de pê, weku xweikbûn û qeengî ya helbestî, rewanê huneriyê ye bi tevayî, û bi rengekî taybet rewanê helbestê ye ji her aliyî de, wisa lêpirsîna helbestê û nirxandina wê ku yek ji armancên evên helbestê ne, ku di rêya wê re, em li asta helbesta xwe bi pirsin, gelo helbesta kurdî berê wê li ku ye..?


bê guman ev pirseke berfirehe, lê me da xuya kirin, da ku em asta helbesta xwe nas bikin, divê ku em ji xwe despê bikin, û bi taybet helbesta kurdî li bajarê hesekê, tev ku em nikarin wê bikin nimûneyeke gitî û em li ser asta wê bi tenê nerînekê ava bikin derbarî helbesta kurdî çi li deverên kurdî li sûriyê, û çi li kurdistanê bi tevayî. lê em dikarin bibêjin ku helbesta kurdî çi kevneop, çi nûjen ya ku îro li bajarê Hesekê tê nivîsên, ew jî nimûneyeke ku bê xwendin û nirxandin mirov dikare bi gelek nerînan derbarê wê derkeve.
di eva helbestî ya sisyan de, çend pirsên taybet hatin raxistin, yek jê gelo helbesta kurdî li bajarê Hesekê ber bi ku ve diçe..? gelo helbesta kurdî ji wê çarçewa xwe ya teng derketiye û xwe gihandiye asta helbestên welatên dîtir; Erebî, Tirkî, biyanî...t.d?. heger ev pirsên ha, di evên helbestê de taybet bi helbesta kurdî li bajarê Hesekê hatin li dar xistin, lê mirov dikare va pirsan û hinekî dîtir derbarî helbesta kurdî bi gitî raxîne, bi hêviya ku guhdan bi xwendin û nirxandina helbesta kurdî çê bibe.
di vê eva me de, çend helbestên Xalid Omer, bûn nimûne digel helbesta kurdî ya kevneop li bajrê Hesekê.
Xalid Omer yek ji wan helbestvanên wendayî ye, ango di meydana helbestê de, yek ji wan kesên bê nav û denge, lê ta ser û pê di helbestê de wendayî ye, jiyana wî tev helbeste, bi rewanê xweyî naz û çeleng helbesta xwe dilorîne, bi hestê xweyî tenik wê îr dide, dûvre wek kevokekê ji nav mêlakê xwe wê berdide, lê mixabin ev kevok, ev helbest, hîna li asîmanê Hesekê bi tenê difire!?
taku debarî helbesta Xalid Omer, dûrî pesindariyê herim, va çend nimûneyan ji helbestên wî, ez li ber destê rexnevan û xwêneran datînim.

                  Sirûda tîpan

Pif dikim tîpan sirûda çê dikim ej'''' ''''edemê
ayîna rojê dirêsim ji ximava qelemê
bi sura ba re diçim nav henasê ''''alemê
gunehê min ew Mesîhê di himêza Meryemê
meyweyên or bi sirûdan diweînim ji lemê
agirê dil vêdixînim bi çirîska seqemê
qedeha bêrya mi dadigre Xelîc û Qelzemê
eh dikim ez bi evînê incika vê serdemê
sore bayê hêviyên min dihejîne sitemê

                           ***
                  Sitêrka na jimêrim

Li ser çengê evan dê ez dixwazim hilkiim ezman
sitêrka na jimêrim ez
dixwazim serbilind bighême cem yezdan
sitêrka na jimêrim ez
ji bona birçiyê jînê du çavê min kulorê nan
sitêrka na jimêrim ez
evên min neynikê zîvin bi asoya ve man û man
sitêrka na jimêrim ez
heta ku sitêrk hemî vemrin li ber roka te Kurdistan
sitêrka na jimêrim ez

                          ***
                 Lêvên xwe limike

Çi mi sare herdu lêvên xweyî agir limike
çi mi germe min di çavên xwe de werd û il bike
navbera xewn û iyariyê dil çi bêriya te dike
tu siwarê her evê ye tê dilê min eh dike
tu sura bayê sibê ye pencera min vedike
ku li ber bayê te jînam wek perîka sivike
xunçeya baxê evînî ger tu sed salî bike.







Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2209