Mehmûd Badilî
weku me di þevên bûrî de, da xuya kirin, ku þevên helbestê, dê her carê bi awayekî, xwe bi de pêþ, weku xweþikbûn û qeþengî ya helbestî, rewanê huneriyê ye bi tevayî, û bi rengekî taybet rewanê helbestê ye ji her aliyî de, wisa lêpirsîna helbestê û nirxandina wê ku yek ji armancên þevên helbestê ne, ku di rêya wê re, em li asta helbesta xwe bi pirsin, gelo helbesta kurdî berê wê li ku ye..?
bê guman ev pirseke berfirehe, lê me da xuya kirin, da ku em asta helbesta xwe nas bikin, divê ku em ji xwe despê bikin, û bi taybet helbesta kurdî li bajarê hesekê, tev ku em nikarin wê bikin nimûneyeke giþtî û em li ser asta wê bi tenê nerînekê ava bikin derbarî helbesta kurdî çi li deverên kurdî li sûriyê, û çi li kurdistanê bi tevayî. lê em dikarin bibêjin ku helbesta kurdî çi kevneþop, çi nûjen ya ku îro li bajarê Hesekê tê nivîsên, ew jî nimûneyeke ku bê xwendin û nirxandin mirov dikare bi gelek nerînan derbarê wê derkeve. di þeva helbestî ya sisyan de, çend pirsên taybet hatin raxistin, yek jê gelo helbesta kurdî li bajarê Hesekê ber bi ku ve diçe..? gelo helbesta kurdî ji wê çarçewa xwe ya teng derketiye û xwe gihandiye asta helbestên welatên dîtir; Erebî, Tirkî, biyanî...t.d?. heger ev pirsên ha, di þevên helbestê de taybet bi helbesta kurdî li bajarê Hesekê hatin li dar xistin, lê mirov dikare va pirsan û hinekî dîtir derbarî helbesta kurdî bi giþtî raxîne, bi hêviya ku guhdan bi xwendin û nirxandina helbesta kurdî çê bibe. di vê þeva me de, çend helbestên Xalid Omer, bûn nimûne digel helbesta kurdî ya kevneþop li bajrê Hesekê. Xalid Omer yek ji wan helbestvanên wendayî ye, ango di meydana helbestê de, yek ji wan kesên bê nav û denge, lê ta ser û pê di helbestê de wendayî ye, jiyana wî tev helbeste, bi rewanê xweyî naz û çeleng helbesta xwe dilorîne, bi hestê xweyî tenik wê þîr dide, dûvre wek kevokekê ji nav mêlakê xwe wê berdide, lê mixabin ev kevok, ev helbest, hîna li asîmanê Hesekê bi tenê difire!? taku debarî helbesta Xalid Omer, dûrî pesindariyê herim, va çend nimûneyan ji helbestên wî, ez li ber destê rexnevan û xwêneran datînim. Sirûda tîpan
Pif dikim tîpan sirûda çê dikim ej'''''''' ''''''''edemê ayîna rojê dirêsim ji ximava qelemê bi sura ba re diçim nav henasê ''''''''alemê gunehê min ew Mesîhê di himêza Meryemê meyweyên þor bi sirûdan diweþînim ji lemê agirê dil vêdixînim bi çirîska seqemê qedeha bêrya mi dadigre Xelîc û Qelzemê þeh dikim ez bi evînê incika vê serdemê sore bayê hêviyên min dihejîne sitemê *** Sitêrka na jimêrim
Li ser çengê þevan dê ez dixwazim hilkiþim ezman sitêrka na jimêrim ez dixwazim serbilind bighême cem yezdan sitêrka na jimêrim ez ji bona birçiyê jînê du çavê min kulorê nan sitêrka na jimêrim ez þevên min neynikê zîvin bi asoya ve man û man sitêrka na jimêrim ez heta ku sitêrk hemî vemrin li ber roka te Kurdistan sitêrka na jimêrim ez *** Lêvên xwe limike
Çi mi sare herdu lêvên xweyî agir limike çi mi germe min di çavên xwe de werd û þil bike navbera xewn û þiyariyê dil çi bêriya te dike tu siwarê her þevê ye tê dilê min þeh dike tu sura bayê sibê ye pencera min vedike ku li ber bayê te jînam wek perîka sivike xunçeya baxê evînî ger tu sed salî bike.
|