Ronî Elî
Wê demê …!
Piþtî ku, landika dilê min
Di sirûda çavên te de
Hilweþî
Û
Fîxanên cerga min
Di nav,
Sîng û berê
Buhiþt û dojehê de
Vemirîn
Min nizanî
Ku, bejna sinbilan
Hîn berberiya
Bayê reþ û bakur
Dikin .. !
Û
Bihna Adark û Nêrgizan
Zora Xerdel û Siyanîdê
Dibin…!
Wê demê..!
Piþtî ku, kerwanên evînê
Piþta xwe dane
Tîrêjên royê
Û bi niviþtên Laleþê
Sînga xwe dixemilandin
Min nizanî
Ku, biskên Ferat û Dejle
Ji evîna cotyar û sosinan
Hatibûn hûnandin..!
Û belbûn û bilndbûna
Sîpanê, Xelatê
Li ser sînga
Min û te
Hatibûn
Barkirin .. !
Wê demê..!
Piþtî ku, cîgeha Þalûran,
Xunçeyên berê keçikan
Hatibûn þewitandin
Û wargehên koçeran
Ji Miþk, Dupiþk û Maran
Miþt bûbûn
Û
Tengijîn
Min nizanî
Ku, di gerden û sînga te de
Pizotên serhildanê
Peþwaziya sozên nemiran,
Dikin …!
Û Omîd û lavlavên
Hem viyan û hem jiyanê
Guhdarî hebûn û heyîna
Xetîra girgîniya dilê min
Û kewên Gozel
Dikin …!
Wê demê .. !
Piþtî ku, di nîvê þevan de
Girtîngeh û Mizgeftan
Mêr ji hembêza jinan
Direvan din
Û
( Selawet ) û îþkenceyê
Þûrê wêranê
li ser çavan
dihejandin
min nizanî
ku, wê
qamþlo û Efrîn
di kembera
helbçe û Hewlêrê de
di kavilkên
Mihabad û Amedê de
kevirên sor
Û
Hêstrên þor
Bi ser hev din
Wê demê…!
Piþtî qirkirina mendalan
Ji pêsîrên dayikan
Qedexekirina ramûsanên lêvên
Keçikan
Û
kujtina xalxalokên çeman,
Çivîk û Zerçikên çavan
Min nizanî
Ku, Kewên Gozel
Nayên kirîn
Bi erzanî..,
Dilkê yarê
Nayê girtin
Bi hêsanî…
Min nizanî..,
Belê yarê,
Min nizanî
Ku, tu dizanî
Û
Min jî
Nedizanî …?!.