Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexşan: Wê demê …!

 

Ronî Elî

Wê demê …!
Piştî ku, landika dilê min
Di sirûda çavên te de
Hilweşî
Û
Fîxanên cerga min


Di nav,
Sîng û berê
Buhişt û dojehê de
Vemirîn
Min nizanî
Ku, bejna sinbilan
Hîn berberiya
Bayê reş û bakur
Dikin .. !
Û
Bihna Adark û Nêrgizan
Zora Xerdel û Siyanîdê
Dibin…!

Wê demê..!
Piştî ku, kerwanên evînê
Pişta xwe dane
Tîrêjên royê
Û bi niviştên Laleşê
Sînga xwe dixemilandin
Min nizanî
Ku, biskên Ferat û Dejle
Ji evîna cotyar û sosinan
Hatibûn hûnandin..!
Û belbûn û bilndbûna
Sîpanê, Xelatê
Li ser sînga
Min û te
Hatibûn
Barkirin .. !



Wê demê..!
Piştî ku, cîgeha Şalûran,
Xunçeyên berê keçikan
Hatibûn şewitandin
Û wargehên koçeran
Ji Mişk, Dupişk û Maran
Mişt bûbûn
Û
Tengijîn
Min nizanî
Ku, di gerden û sînga te de
Pizotên serhildanê
Peşwaziya sozên nemiran,
Dikin …!
Û Omîd û lavlavên
Hem viyan û hem jiyanê
Guhdarî hebûn û heyîna
Xetîra girgîniya dilê min
Û kewên Gozel
Dikin …!

Wê demê .. !
Piştî ku, di nîvê şevan de
Girtîngeh û Mizgeftan
Mêr ji hembêza jinan
Direvan din
Û
( Selawet ) û îşkenceyê
Şûrê wêranê
li ser çavan
dihejandin
min nizanî
ku, wê
qamşlo û Efrîn
di kembera
helbçe û Hewlêrê de
di kavilkên
Mihabad û Amedê de
kevirên sor
Û
Hêstrên şor
Bi ser hev din

Wê demê…!
Piştî qirkirina mendalan
Ji pêsîrên dayikan
Qedexekirina ramûsanên lêvên
Keçikan
Û
kujtina xalxalokên çeman,
Çivîk û Zerçikên çavan
Min nizanî
Ku, Kewên Gozel

Nayên kirîn
Bi erzanî..,
Dilkê yarê
Nayê girtin
Bi hêsanî…
Min nizanî..,
Belê yarê,
Min nizanî
Ku, tu dizanî
Û
Min jî
Nedizanî …?!.



 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark