Pt evna ivkan
Drok: 05 2009
Mijar: Ne



 
Ezîz Xemcivîn
xemcivin@live.com


Evîna çivîkan

Baskên gotinan, ba di dilê min de zîl dane. Pitî deh caran ji xewndina  namê mejiyê min li bin guhê hev diket.
Çavneriyê hêviya xwe li ser pita hestan ava dikir. Ez û tu bi tenê ne, her yek li hundirê valahiya xwe a mezin, piyala meya evîndaran vedixwe. 


Çivîk bi ser demê de zîvirî û got: Min ji azadiyê hez kir, min ji çavên re hez kir û min ji kenê yezdanî hez kir, belê çibikim gava te ez basko kirim “azadî, ken û çav” hejmareke  mezin  ji pirsên matmayî li dora min civandin.

Ez çivîk im, hêlîna min hêkeke ciwan hembêz dike. Lê dilê min her û her hêlînan ava dike. Ez çivîk im, evîna min di rekehê de hilnayê. Cîhan, rekeh, derya û dêwên mezin tu caran bi evîna min nikarin.

Evîna min di tariyê de çêja çavên re digihê û di roniyî de nameya dilê spî dixwîne.
Evîna min, bîranînên te wek mijmijokan di rastiyê de dimije.  Dawiyê çivîk ji xweber mikurbûna dil ekere dikin. Her du dil erma xwe li ber lingê qederê davêjin. Çivîkên evîndar tev li rekeha bê ol xwe bi ser asîmanên  baweriyê de berdan û çilka jînê gihandin peravên aitiyê.
Hingê bûkê ji xatûniya xwe re du aso bi hev girêdan, bi maçkirin, nimêjkirin lalekirin û dawiyê bê rev, bê tirs û bê pirs kes û kûs li çavan bicivin,  nikarin evîna wan bikujin.

02/05/1997


Pêt
Ji bîr neke,
sosinên silava te a sibehîn,
di bihnkirina min de bûne jiyan.

Ji bîr neke,
dilê min bûye heng*
li kewara xewnên te digere.

Ji bîr neke,
çirîskên dengê min
her kêlîk,
perdeya guhê te ronî dikin.

Ez pêjina evê me,
li ber serê te
nimêja evînê dikim.

Razê, razê
hêminiya xewa te na hingivînim.
Ji bîr neke,
pêta dil li koçka te
dikare temenekî roniyê bide.

01/05/2009

__________________

Heng: Mêa hingiv.

Hin helbestên nû hatine belavkirin:
http://www.youtube.com/watch?v=PEoFM5vGusE
 

http://semakurd.net/kurdsema/index.php?news=918
 

Gotar:
Kurd 1, bi kurdî her tit xwe e!
http://www.avestakurd.net/author_article_detail.php?article_id=514
 

Ji nivîsên ko hîn ne hatine belavkirin
Pencereyên Xelat Ehmed..! (Gotareke rexneyî)
 







Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1633