Kengî ev fîlimê dirêêêj dê bidawî bibe?.
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 26 äæÝãÈÑ 2008
Mijar: gotar



Hoþeng OSÊ

Ev sere sê salan e, û Îran û Îsrayîl xwe lihev radikþînin. Ev sere sê salan e, û cîhan bihna xwe diçikîne, û dibêj: vê sale, vê mehê, vê hefteyê…, dê Îsrayîl li Îranê bide, da nehêle Tehran xwe bighîne çekên atomî. Îran, amadekariyên xwe yên þer dike, herwisa Îsrayîl jî, û rewþ li ber teqanê ye, lê tan niha, tu þer û pevçûn nînin. Tenê gefxwarin û amadekarîne. Ev rewþ, diþibhe fîlimekî dirêêêj ku nema dawiya wî, ne bi þer, û ne bi aþtî tê.


Nûçegîhanê rojnameya Îngilîz "ze sandê taymz" Ûzî Mixyamî, ku bi têkiliyên xwe bi hêzên leþkerî û istxbaratî yê Îsrayîlê naskiriye, di raporeke xwe de got: "hêzên esmanî yên Îsrayîlê, li cola El-neqebê menewra û tetbîqatên leþkerî dikin, da xwe amadebikin jibo lêdaneke jiniþkave û bidizî li sazî û dezgehên atomî yên Îranên". Ji alîkî din, belgeye fermî yê Îsrayîlê kete nav derstê ragihabdibê, dibêje; gerek Îsrayîl zû li saziyên atomî yê Îranê bide, û zêde guh nede xeyd û acisbûna Waþîntonê. Pêve girêdayî, serokê hêzên deryayî yên Îranê general Hebîbullah Seyyarî daxwiyand ku hêzên wî, çekên nû, keþtî, û keþiyên binavê, û fûzeyên nû, di menewrayên ku li tengava Hurnuz û derya Ûmanê, dê bikarbînin.
Ji alîkî din, roja 22ê vê mehê, Îran dawiyan ku ew di roja 17 vê mehê, ajanê istxbarata Îsrayîlê, yê bi nave Elî Eþterî, ku hemwelatiyên Îranê ye, hate dardekirin. Ligel vê bûyerê, çevkaniyên istixbarta Îranî dibêjin; ku êdî di navbera Tehran û Tel Avîvê þerê istxbaratan lidare.
Eger Îsrayîl vê gefa xwe bi cih bîne, dê cara sêyemîn ku Tel Avîv êrîþî saziyên atomî yên xwetanê rojhilata navîn dike. Sala 1981ê, Îsraîl li saziya atomî ya Îrqê da, û di despêka vê sale de, Îsraîl li saziya atomî ya Sûriyê da bû. Îsrayîl dizanê ku eger Îran bibe xwediyê çekên atomî, dê rojhilata navîn ji destê wê biçe, û dê hebûna wê weke dewlet, têvene nava metirsiyên dîrokî. Îsrayîl dizane ku ev Îran e, ne Îraq û Sûriyê ye. Îsrayîl dizane ku Îran, senger û çeperên xwe li Gazze, Lubnan, Sûriyê û Îraqê baþ kolaye. Îran jî, dizane ku ev Îsrayîl e, ne rêjîma Seddam Huseyn e. rewþ digîþtiye wê qûnaxê ku êdî çarseriyên normal û navber û orte…, nema qebûl dike. Îsrayîl ji xwe re dibêje; eger ez çav û piþt û serî li Îranê neþkînim, dê jiyana min li min bibe dojeh, û hebûna min têkeve bazaar þeytanan. Îran jî, wusa derbarê Îsrayîlê, eynî tiþt, diram e.
Em weke gelê Kurd, li dijî þerin. Û em çiqas aþtîxwazbin jî, eger þer navbera Îran û Îsrayîl rûbide, em nikarin wî rastînin. Dive em jibîrnekin ku ev þer, di navbera 2 dijminên me de, dê pêkbê. Îja Kurdno, þitarbin, amadekarî û hesabên xwe bikin. temaþevan bin, û haydrabin, ku win nebin êzingê vî þerî. Yekîtiya xwe pêkbînin, piþtgirên hevbin. Her kes dizane ku dawiya vî fîlimî, dê dojeh be. Lê hatina dojehê, bi hezar qatî ji bendewariya wê çêtir e.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1357