Helbest Li Êvareke Din Barî
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 19 äæÝãÈÑ 2008
Mijar: Nûçe



 Helbest li êvareke din barî. Bi baraneke þîn re, li payiza zer kenî. Bi xunaveke nazenîn re, wek xwîþka binevþa xemrî, li dilê miþextiyan girî. Mîna zarokeke jîr û xwînþîrîn, di xemla êvareke xemrevîn de ne hedinî. Helbest li ser ruyê êvareke din nalî û xencer di bîrînan de livî...
Helbestvanên ji ava gulê û ji dilopa birînê, bi hêvî, dildarî û xweþiyê re peþik peþik niqutîn ser birînê... Belê helbestvan Selwa Gulî û Fatma Savcî, cardin destên xwe danîn ser dilê bakur û baþûriya xwe û dîsa çîroka birîn û evîna van cêwîkên serhildêr di guhê êvara helbesthezan de xwendin...


Belê di 16/11 2008-ê de, li bajarê Stockholmê, li Kitêbxaneya Kurdî bernameyeke helbestxwendinê hat li dar xistin. Guhdarên ku ji nivîskar û helbesthezan pêk dihat dilên xwe, bi helbestên kurdî yên ku ji azadî, evîn, hestên welatperweriyê pêk dihatin þuþtin...
Selwa Gulî û Fatma Savci bi gul û mûman re, di guhê êvareke cemidî de, rihê welatekî perçekirî, dilê jinên ku bi þewq û agir rapêçayî wiha pispisandin:
Koça min ne belasebeb e,
Ne pey gotina xalxalokê ketim,
Ne Qesîdeyekê ez li ber xwe birim.
Çuyin,
Di destê min de
Xeydek ji kulîlka sedefê ye…
Þev,
Nahwirîneke dur li valahiya malên Heskîfê,
giriyekî hûrik hûrik,
nalîneke xunav xunav
li payiza helbesta min,
û li ser kêlên destanên bêxwedî ye… (Fatma Savci)
 
Ez li welatekî sor ji dayîk bûm.
 piþtî rokê çengêt xwe bask kirîn,
 bûm egîdek û min þev þopand
 mam di qedera spêdê de?
 çi zengila li bin guh min nehajot.
 Li ser birînêt zox-girtî min lorand,
 û kendala li min vedigêra.
 Xewn li xemêt min bûn heval.
 Erê  keça bakur.
 Min ne ji mirinê kar kir..!
 Çar gezêt cangê spî.
 Ew jî ji ber kifnê,
 mêrxasêt gûndê me mabû.
 Erê, ji ber egîda mabû..!  (Selwa Gulî
Zarathustra News – zoroaster@comhem.se






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1353