EFRÎNA RENGÎN Û XEMGÎN
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 01 ãÇíæ 2024
Mijar: Nûçe




Rûxweþê Zîvar

Efrîn dengê perzer û bilbila ye
Bîna binefþ û nêrgiz û gula ye
Bax û buhiþt û bihara dila ye
Derman û melhema derd û kula ye
*********
Efrîn Kawayê leheng û Newroz e
Xwedî nirxên dewlemend û pîroz e
Bayê xweþ û zîz û pak û bê toz e
Vîn û jîna keç û xortên dilsoz e


*********
Efrîn ciyê firîþt û kevoka ye
Warê hechecûk û perperoka ye
Ne ciyê hêþtir û pîrhevoka ye
Ne warê kêzik û gumgumoka ye
*********
Efrîn çiyayê Lêlûn û Hawar e
Kela Horî, Duderî û Endar e
Xwedî þûnwarên resen û kevnar e
Ne konê bê bingeh û bê dîwar e
*********
Efrîn çeleng û nazik û ciwan e
Lê bindest û xemgîn û perîþan e
Dermanê wê xebat û berxwedan e
Ne slogana bê hêz û sermiyan e
*********
Efrîn ava çemê geþ û zelal e
Ji ber hovên dulingî pir dinal e
Dike hawar û qîrîn û dikal e
Lê komela dewletan kor û lale
*********






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=6178