Hižmend Žêxo Bi babeta bîranîna Žežem a koçkirina serok Mam Celal ez vê kurte nasînê li ser rêveçûna wî ya xebatkarî diyarî xebatkarên"Yekîtî Nižtimanî Kurdistan" û "Partiya Pêžverû" dikim , Herwiha ez diyarî hemû hezkiriyên serok Mam Celal dikim.
Heval Mam Celal di / 12 / 11 / sala 1933an de, li Bažûrê Kurdistanê li gundê Kelekan a ser bi navçeya Koyê girêdayî Dokanê ve ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya destpêkê û navîn li Koysinceq û ya lîseyê li Hewlêr û Kerkûkê qedandiye.
Di buhara jiyana xwe de Talebanî derbasî nav xebata rêzanî bûye, Ew di sala 1951ê de weke Endamê Komîta Navendî ya PDK’ê hate hilbijartin. Di 1953an de wî li zanîngeha Bexdayê dest bi xwendina zagonsaziyê kiriye û ligel hinek hevalên xwe yên xwendekar Yekîtiya xwendekarên Kurdistanê damezrandiye.
Di sala 1956an de ji ber xebata xwe ya rêzanî dest ji xwendinê berda.
Di
sala 1961ê de ligel Mile Mistefa Barzanî dest bi žerê çekdarî kir ,
pižtre ji ber cudabûna bîr û baweriyên rêzanî di navbera wî û Barzanî de
di sala1964an de ji PDK cuda bû û Partiya Žorežgerî ya Kurdistanê
damezirand.
Pižtî têkçûna peymana 11’ê Avdarê di navbera kurdan û
hikûmeta Îraqê de di sala 1975an de, Mam Celal û hejmarek ji tekožer û
pêžengên kurd Yekîtî Nižtimanî Kurdistan damezrandin.
Yekîtî
Nižtimanî Kurdistan di rewž û heyamek zor dijwar de ji bin kulxan û
aloziyên bedbîniyê bi rêbertiya heval Mam Celal bi rêket , pižtî salekê
ji damezrandina xwe žoreža kurdî ya nûjen li seranserî Kurdistana Iraqê
ragihand û Agirê Rizgariyê li dijî Sedam Hisên û rêjîma wî ya fažî
barand.
Di wê xebata žorežgerî de destanên qehremane hatin xêzkirin û
ji nûve hêviyên gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bilind kirin.
Encam û berhema vê žorežê Rizgariya Kurdistana Bažûr û avakirina sîstemeke federal bû.
Heval Mam Celal, Mamoste , û Pêžmergeyê gelê xwe bû
Wek
hemû kes dizane ku di sala 1991an de li bajarê Raniya , li bažûrê
Kurdistanê, raperîneke dîrokî li dijî rêjîma Bas rabû, di encamê de gelê
kurd dikarî hemû bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê rizgar bikirana û
gelek pakrewanên mezin pêžkêžî wê serhildana dîrokî kirin.
Lê di
rastiya wê de, endazyarê wê di cîbicîkirina wê de bi hemû hêz û žiyana
xwe herdem amade bû. Herweha endazayarê wê raperînê jî heval Mam Celal
bû ku dikarî di nav dilê gel de cih bigre û mil bi milê gelê xwe ve li
hemû bajaran bigere û moralê bide cemewerê serhildêr.
Ew pêngaveke
dîrokî bû, ew xebateke pîroz bû, dema ku mirov li ser wî çi bêje û çi
binivîse her kêm dibêje ji ber ku dikarî bi nasnameya xwe ya kurdayetî û
ya žorežgerî û pêžmergeyetî ve ji çiyayên Kurdistanê me bibe kožka
komariya ku biryara bidarvekirinê li dijî wî derxistibû û ji hemû
Êraqiyekî re lêborîn derxistibû ji bilî serok Mam Celal.
Peywendiyên me bi heval Mam Celal re
Peywendiyên
herdu partiyên me (Partiya Demoqrat a Pêžverû ya Kurd li Sûriyê , û
Yekîtî Nižtimanî Kurdistan) pweywendiyên dîrokî ne bi dirêjahiya salan
berdewam kiriye û endezyarên wan peywendiyan herdu hevalên cefakêž û
nemirin heval Hemîd Derwîž û heval Mam Celale , Bi dirêjahiya salan
herdu partiyên bira tekez kirine li ser pižtgiriya doza netewî ya kurdî
li her çar parçeyên Kurdistanê û rêzgiritina taybetmendiya doza netewî
ya kurdî li Kurdistana Sûriyê , di vê derbarê de gelek karin hevbež me
bi hevre kirine wek komîta hevrêziya kurdistanî û bereya kurdistanî di
sala (1980) de ya ku partiya me , Yekîtî Nižtimanî Kurdistan , Partiya
Sosyalîst a Kurdistan , Partî Demoqrat a Kurdistan a îranê têde cih
digrtin bi amedebûn û çavdêriya herdu partiyên Komonîst a Sûrî û Iraqî.
Rola heval Mam Celal berçav bû di nêzîkbûna aliyên kurd û yekrêziya kurdî de.
Heval
Mam Celal hevalekî cefakêž , dilsoz û Hižmend bû , Bi dirêjahiya salan
di xebata xwe ya partîzanî de rastî gelek êž û azaran hat , bi salan ew
ji welêt koçber bû û li xerîbiyê penaber bû, rêjîma fažist biryar nedida
ku Mam Celal vegere ser xaka nižtîman , lewre pižtî rûxandina rêjîma
Sedam Hisên û dema ku tevgera rêzaniya iraqî bi seranser û ya kurd jî di
nav de Mam Celal hilbijartin wek serokê komara iraqa federal wê demê
hêviyên miletê me bilind kirin û bandora wê ya erênî ne tenê li ser
partiya wî û kurdistana Bažûr bû , bandora wê ya erênî li ser hemû
parçeyên kurdistanê bû.
Di bîranîna žežem ji koçkirina wî bi dilekî xemgîn ez dibêjim : Mam Celal tu namirî û tê herdem di dîroka gelê xwe de bijî
Mirina
Mamê me ne tenê zirara Yekîtî Nižtimanî Kurdistan û Kurdistana Bažûr bû
û hew , lê belê mezintirîn zirare ji tevahiya Tevgera Azadîxwaza
Kudistanê re.
Bila serê gelê Kurd xwež be
Bila xebatkarên Yekîtî Nižtimanî Kurdistan xwež bin
Sed silav li giyanê te ey mirê diplomasiya kurdî
Heleb / 3 / 10 / 2023 Z - 2635 K
*Endamê Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêžverû ya Kurd li Sûriyê