Konê Reþ
Ezbenî! Berî 30 salî, yekemîn dîwana min a helbestên zarokan bi navê (Sîpan û Jînê), hatiye çap kirin. Bi min xweþ e vê helbesta bi navê (Þagirtê Dibistan), ya ku cara yekê di kovara (Gurzek Gul), hejmara 1/ 1989an belav bûye, cara dudoyan di kovara (Dîrasat Îþtîrakiyê), jimara taybet bi rewþenbîriya Kurdî, sala 1990î belav bûye, cara sisyan di rojnameya (Riya Taze) de, hejmara 62/4320, sala 1990î li Ermenistanê belav bûye:
- 1 -
Rê bigre Sîpan
Þagirtê dibistan
Yek, Dudo, Sisê
Rab ji xew sibê
Biþo ser û çav
Bik tevger û gav
Porê xwe biþkîn
Lixwek berdilka þîn
Pak û paqij be
Rind û dilgeþ be
Rê bigre Sîpan
Þagirtê dibistan
- 2 –
Çar û pênc û þeþ
Li rê xweþ bimeþ
Tev dost û heval
Bê ziyan û qal
Dibistan pir xweþ
Lê hîn be Rûgeþ
L, mamoste binêr
Ser bernede jêr
Bi bîr û bawer
Nas dibe cewher
Rê bigre Sîpan
Þagirtê dibistan.
- 3 -
Heft û heyþt û neh
Sal duwazde meh
Her sê demsalek
Her yek bi rengek
Demsalek havîn
Germa wê bi tîn
Di pey re payîz
Ba dilîze fîz
Yek jî zivistan
Lê tê tim baran
Rê bigre Sîpan
Þagirtê dibistan.