Dr. Xelîl Omar
Ev demeke ko Hemzo mijûl bûye û serê xwe ranake û her ji bîstekê dike niçe-niç û serê xwe dihejîne. Ev rewþa Hemzo gellekî li tellê Ebaso hat û di dilê xwe de hêvîkir, ko ev bêdengiya hevêl dûdirêj be û ya hîn çêtir, ko Hemzo kerr û lal bûbe! Lê Hemzo nema xwe gìrt û bû firte-firta wî û zîvirî zer hevalê bêhnteng û got:
- Li wê dinyê, çira hinekan bi avê vêdiket û qirdê wan li hustên mirovan dixist û jiyana wan bi kêf û xweþî derbasdibû û çira kesên mîna min, bi donê gazê jî vênediket û min tu xêr ji xwe nedît! Hemzo got û keserek rada.
- Çima tu wisa dibêjî bavê Bedro? Elhemdûlilla tu bi jin û zarok bû û
halê te diqediya! Ebaso vê carê bi dostanî di berdilê hevêl de da.
-
Heþî gotina te, ji kûçikan re jî diqediya! Heger min xwendina xwe
timam kiriba ezê ji xwe re bûbama textor, (xwedî qedir û pere), ma qey
wê dinya xerabûba? ..Çima wê teksiya "Marsîdis" ne li ber derî ba? Çima
wê tumbila du dûlab li ber derî ba (ya ko bergîlê ez bûm)?.. Çima minê
jiyana xwe di holikan û di qullika xaniyê pî te de bihurtiba? Çima wê
xaniyê min ne qesrek, bi dîkor û “çakûzî” ba?.. Çima wê karê min avdan û
cenatî û wê alavên min merr û bêr ba? Çima wê alavên min ne pênûs û
qelemteraþ ba? ..Çima wê ne nûrsên mîna kebokan bi bihna lewento di ber
min re ne çûna û ne hatibana?.. Çima wê li dora min jin û keçên tevir û
eþêfê û bihna xwêdana wan î tûj mîna quzelqertê ba?.. Çima wexta
rawestina min wê ne li "Keseb"¹ û "Bilûdan"² ba? Çima wê bi te re li ber
dîwarên gund ba? ...Çima wê zarokên min, ne li instîtût û zanîngehan
perwerdebibana? Çima wê bi çol û polan ketibana û wê sênîk û firaxên
xwaringehan þuþtibana?.. Çima wê cilên zarên min ji "balan" ba? Çima wê
ne ji markên "Samî" û "Lord" bana?.. Çima minê her roj þîþik û kubab û
nanê firnê nexwariba? Çima minê her sibe þorba nîskê û her êvar meyira
xavlorkî xwariba! ..Çima minê ji xwe re Caziya keça Hesen axa (xwediya
gerdenî û bazinên zêr) ne anîba? Çima minê Ferȋda keça sofî Xidir
xwediya tepik û piþtiyên pûþ anîba! Hemzo li vêderê li firêmê xist û li
dora xwe zîvirî, baþbû ko ji Ebaso pê ve kesek nebû.
- Hemzo hemû
gotinên te vala ne û dara xweziyê tu caran ber negirtibû! Tu mir jî û te
kulla Caziya bi xwe re bir gorrê û xuyaye va bi te re gihîþt Axretê.
Baþ e ko diya Bedro ne li vir e! Welleh wê kûçik ji te çêtir kiriba!
Malava tu xurrufiye an tu dêhn bûye? Ma tu nizanî ko tev ket û tev rabû û
ew Dinya çû û nema vedigere?! Ebaso got û mezel þanȋ xwediyê xewnên
hiþyarȋ kir.
- Birra tu ehmeq e! Ma ez nizanim ko ev Axret e û qîr û
qiyamet e! ..Min xwest hinekȋ ji xwe re ez wensa bȋnim û piçekî bihna
xwe fireh bikim. Hemzo lêvegerand û xwe qulapt ser kêleka din û dûr dûr
li asoyê nerî
.¹&² Du deverên rawestinê li Sûriyê nin,