Idrîs HisoRoja 13.11.2021 li Rojhilatê waelatê Elmaniya li herêma Brandborgê, li navçeya Heylîlingxabe li gundê Yabil, Þêfekî Kurd ji bajarê Hesekê ji Rojavayê Kurdistanê çalakiyeke civakî û çandî li darxist, têde bi rêya xwarinên Kurdî xwest ku Kurd û Kurdistanê bi Elmaniyan bide nasîn.
Xwarin beþekî girîng e ji keltûr û filklora miletan, heta wê radeyê ku nasnameya hin welatan bi hin coreyên xawrinê ve tê girêdan, mîna welatê Libnanê û xwarina Tebûlê, an jî welatê Îtalya û xwarina Pîtzayê, û Mensefa Urdinî yan jî penêrê Fransî û wisa heta dawî.
Gelek xwarin hene bi navê Kurdan têne naskirin, tevî ku miletên
Rojhilata Navîn di gelek xwarinan de hevpar in, lê her miletek bi þêweyê
xwe yê taybet wan xwarinan amade dike û pêþkêþî mêvanên xwe dike.
Li
Kurdistanê xwarinên wek Savar û Dîkê Kurdî û Yeprax û hin cûrexwarinên
din bi xwarinên Kurdî têne naskirin. Helbet nanlênana (Metbex) Kurdî
dewlemend e, dewlemendiya xwarinên Kurdî jî ji dewlemendiya xwezaya
Kurdistanê tê.
Þêfê Kurd Dijwar Ehmed Hiso ku berî bêhtir ji 7saln
benaberî welatê Elmaniya bûye, derbarê bîroka vê çalakiyê wisa axifî:
“Berî çend salekî ez hatim vê xwaringehê, min daxwaza xwarinê kir ji min
re gotin, xwarineke Ispanî heye, min jî ji wan re got, aya xwarineke
Kurdî nîne, gotin; Ma ka wê kî xwarinên Kurdî ji me re çêke?!, hema min
ji wan re got ez dê ji we re çêkim û wisa pêwendiya me bihevre çêbû û ji
wê demê ve min li gel wan kar kir û ez xwarinên Kurdî ji wan û mêvanên
xwaringeha wan re amade dikim û niha hejmarekî mezin heye bûne
hezkiriyên xwarinên Kurdî û bi vî þêweyî Kurd û Kurdistanê jî nas
dikin.”
Dijwar got jî: “Ez dixwazim xwarinên hejarên Kurdistanê bi
xelkê bidim naskirn, xelkên normal ên Kurdistanê, karkir û cotkarên Kurd
çi xwarinan dixwin û dixwarin û çawa ew amade dikirin, wek nimûne
Petatên Hêrayî, Þorba Nîskê û Beloî….hd.”
“Ji berî çend salan ku ez
li vê derê me ez û hejmareke elman bûne heval û niha kêfa wan ji
xwarinên Kurdî re tê û jibo vê mebestê ez xuleyên fêrkirina amadekirina
xwarinên Kurdî jibo Elmanan vedikim..û pêre jî naskirina wan ji Kurdan
re bêhtir dibe.”
Elman jî dibêjin hezkirin di made re derbasî dil dibe
Dijwar
dibêje; Elman jî wek hin miletên Rojhilata Navîn dibêjin “Hezkirin di
made re derbasî dilê mirov dibe.” Lewma me jî xwest divê çalakiyê de
xwarinên xweþ ji Elmanan amade bikin û berî em ji wan re behsa keltûr,
çand û welatê xwe bikin em xwarinên xwe yên xweþ bi wan bidin naskirin,
lewma me ev þêvbuhêrka têkil amade kir têde me behsa xwarin û vexwarina
Kurdan kir herwisa me behsa Kurdistanê ji gelek aliyan ve kir û Elman jî
bidilxweþî ev yek pejirandin û hejmareke mezin bûn mêvanên me û
bidilþadî vegeriyan malên xwe”.
Jibo ev kar biciwanî were kirin,
dijwar alîkarî ji hin hevalên xwe xwest, hevalên wî jî bidilxweþî bîroka
wî pejirandin û alîkariya wî kirin, ji wan Yûtiyûberê Kurd Hozan Deham
ku vîdyoyeke ciwan li ser Kurd û Kurdistanê û xwarinên Kurdî amade
kiribû û di çalakiyê de hate nîþandan û bû cihê dilxweþiya mêvanan,
herwiha xanim Samiya Fehîm Ebduxefûr ku bi çilûberên xwe yên Kurdî li
çalakiyê amade bû û herwisa alîkariya Dijwar kiribû di amadekirina
xwarinande û rewþ û xemla civatê bi cilûbergên xwe ciwantir kiribû.
Derbarê
armanc ji vê çalakiyê þêfê Kurd dibêje: “Ez bihêvîme ku nanlênaneke
xurû Kurdî li vî bajarî vekim, ne tenê jibo qezenca pere û diravan, lê
ew nanlênan bibe mîna pirojeyekî çandî, ku bi rêka wî em xelkên van
welatan bi keltûrê xwe aþna bikin wek bêçawa miletên din jî li Elmanya
van karan dikin, li vir jî derfet bo herkesî heye ku taybetmendî û çanda
xwe bi azadî diyar bikin û bi miletan bidin naskirin.”
Ligel
xwarinên Kurdî mêvanan li mozîka Kurdî jî guhdarî dikirin, bi vê wateyê
mirov dikare bêje wê þevê li wê xwaringehê þeveke Kurdî xerû bû, lê
mêhvan ne Kurd bûn, belê dost û hezkiriyên xwarinên Kurdî û Kurdan bûn.
14.11.2021
Gewîlan