Bavê ZozanêEm tev dizanin ku nivîsandin bi zimanê dayikê giring û pêwiste ji ber erkê yekemîn yê zimên ewe ku kiltûr û civakê di parêzê,ji xwe milet bi zimanê xwe tên naskirin ku ew bi xwe kuçê herî mezine di avakirina welatan de ,loma desalatên faþist ,diktator her û her zimanên gelên bin dest yên dayikê qedexe dikin,mirovan pê tewan bar dikin.
Hatiye gotin ku ziman kilîta her tiþtiye her wisa jî dibêjin ku "gotin û axaftina bi zimanê Dê yekser dikeve dil de lê vacî wêjî gotin û axaftina bi zimanê biyanî dikeve êqil de" ,wisa jî Mandêla dibêje axaftin bi zimanê dayikê ji dil derdikeve û dikeve dil de.
Zimanê Dê zimanê afrandinê ye ,em dikarin bi gelek zimanan
binvîsin,lê em nikarin bi gelek zimanan afrandinê bikin,ancax bi zimanê
Dê afrandin gula xwe di piþkivîn e.
Bi rastî tê bîra min dema cara
yekem di salên heþteyan de romana Þivanê Kurd ya Erebê Þemo bi kurdî min
xwend ,hinganê min naskir ku zimanê dayikê çiqa rind û naz û þêrîn e.
Dikarin
bêjim ku wêje bi hemî cûreyên xwe ve roleke baþ û giring di parastina
zimanê dayikê de rabûye,her wiha dikarî bû ziman pêþve bixe û gotinên
nuh jî li gorî demê hembêz bike ta carna zimanê me yê dayikê nikarîbû
hemî pêþketinên ku li cînaê çêdibe -ji ber gelek sedeman-mil bi mil seyr
û vekolîn gotûbêj bike,lê dikarî bû di nêv hemî bablîsokan de di nêv
wan bagir û bahozan de xwe ragirê xwe bikrê rehên xwe dûr û dirêj di
reseniya dîrokê de ,berdê.
Vêce nivîskarên mey kurd yê ku bi zimanê dayikê dinvîsin berî her tiþtî bi rola xwey netewî radibin ewjî parastina ziman e.
Ji
xwe hewcenakê ez bêjim ka çi cûrey edbyatê hene yan jî ka çi cîwazî di
nêv bera Romanê û çîrokê de heye yan jî ka helbesta nûjen çiye anjî ya
kilasîk ji ber ku em tev li ser van babetan agehdarin ku bi rastî her
cûreyek ji van cûreyan qeþengbûnek wê taybet heye ku bi hezara mijar
babet nerîn li gorî demê li gorî katê li gorî cih ,li gorî aþtiyê li
gorî cengê li gorî derûna mirov,tên guhartin tên nujenkirin,tên
sivikirin.
Dikarim bêjim ku tiþtê van texlîtan hemiyan dikhêne hev ew
jî zimane ,ku apê romanivîsê Sûdanî Tayib Salih digot ku ewqas xwînerê
romana wî ya "penaberî bal bi bakurve"çêbûne ji ber wê zimanê wî xweþ ku
roman pê nivîsiye.Wêce ziman stûna serkeye di avakirna mirovan de wisa
jî di avakirna welatan de û wek mîr Celadet Bedirxan gotiye divê em bi
zimanê xwe bixwênin û bi zimanê binvîsênin.