Mihemedsalih QadirîRohn e ku avabûn, berdewamî û pêşketina her core hikûmet û deshilateke Kurdî di her cihekê de, li ber vê yekê ku dikere heyameke dirêj karlêkerî li ser doza Kurd bi awayekî giştî hebe, dewletên deverê çavê dîtina wê nînin, Îran jî yek ji wan dewletan e; Lewma bi berdewamî bi awayên cuda, hewla lawazkirin û afrandina rûkekî xirab û kirêt li tevgera siyasiya Kurd bi gîştî dide.
Bo vê yekê jî mifah ji emrazên sexte, hêz û nermehêz jî wergirtiye.
Dezgehên ragihandin û mîdyayên Îranî ku rasterast di bin çavdêriya
“Beyta Rehberî” a Xamineyî de ne, bi hevkariya Spah û kanalên diplomatîk
yên Wezareta Derve, çavkaniya sereke ya şerê nerim yên wê rejîma ne û
di çarçoveya planeke startejîk de, bi armanca dijatîkirin digel bizava
rizgarîxwaziya Kurdisanê û sivikatîkirin bi hêza polayîn a pêşmerge û
şikandina şana rêberên Kurd, her carê bi awayeke dûr ji exlaqên
ragihandinê, bi çewtekarî li rastiyan û dîrokê, çendîn core nivîsên çewt
û çendîn drama û fîlm berhem anîne û mekîneyeke mezin a piropagende
bona dijatîkirineke sîstematîk digel tevgera siyasî û xelkê Kurdistanê
bi rê xistiye.
Rejîma Îranê di wan 3 dehikên derbasbûyî de, bi 10an
pîlanên cor bi cor li dijî Başûrê Kurdistanê bi rê ve birine û çi bi
awayê agirxweşkirin bo alozî di navxwe de be, an bi rêya tedaxula ewlehî
û leşkerî yan jî bi piropagendeya reş, berdewam hewla jinavbirin û
reşkirina rûkê deshilata Kurdî li Başûrê Kurdistanê dane. Rejîma Îranê
bi armanca rewayêdan bi wê dujminayetîkirina xwe, berdewam Herêma
Kurdistanê wekî Îsraîla 2 û berhema desên biyaniyan bi nav dike û di
rastaya wê hizra şerxwazane de, bi hevkariya Serokwezîrê Berê yê Îraqê,
“Nûrî El-Malikî”, bi senaryoya revîndana zêdetir ji hezar kesên ser bi
“El- Qaîdê” ji girtîgeha “Ebû Xerîb” a Îraqê û hevkarîkirin digel
avabûna “DAÎŞ”ê, pêgeha pîlanên mezin bona jinavbirina Hikûmeta Herêma
Kurdistanê darêt û piştre karîn bera êrîşên “DAÎŞ”ê ji Şam û Bexdayê ber
bi aliyê Kurdistanê ve biguherin.
Digel despêkirina êrîşên “DAÎŞ” bo
devera Mûsil û derdora wê, me dît ku hêza bi hezaran kesî ya Arteşa
Îraqê û milîsên ser bi Îranê ku Malikiyê Serokwezir Fermandeyên wan yê
giştî bû, tevî amadebûna wan hemû çekên giran û tank û zirêpoşan,
nekarîn di hember êrîşên terorîsî yên “DAÎŞ”ê de xwe ragirin û tûşî
şikestê bûn û 1 li ser 3 a axa Îraqê bê ti berxwedanekê wekî
senariyoyeke berêdariştî radestî terorîstên “DAÎŞ”ê kirin.
Dema ku
hêzên “DAÎŞ”ê karin bi wan çek û cebilxaneyên zêde yên ku kevtibûne
destê wan êrîşî li ser “Şengal”ê bikin û wê karesata mirovî bi ser
Kurdên “Êzidî” de bînin, wê carê hêzên “DAÎŞ”ê bi handana wan ji aliyê
rejîma Îranê ve, êrîşî li ser deverên din yên Kurdistanê kirin, hêza
Pêşmerge Başûrê Kurdisanê, bi wan îmkanatên kêm ku hebûn, xwe rêk xistin
û hêdî hêdî êrîşên despêkî yên “DAÎŞ”ê şikandin. Rast e ku di wê demê
de rejîma Îranê bona veşartina şûnpêyên xwe di wê pîlana li dijî xelkê
Kurdistanê û bi şandina “Qasim Silêmanî” yê terorîst û bi çend gulle top
û fîşekên rizî, alîkariya pêşmerge kiribûn lê bo vê ku şika handana
DAÎŞê bona êrîşkirin bo ser axa Kurdistanê li ser xwe vêde bibin.
Di
berdewamiya şerê digel “DAÎŞ”ê de ku bi hezaran pêşmerge şehîd û
birîndar bûn, hêzên hevpeymanan bona şer li dijî “DAÎŞ”ê ku bi
serokatiya Amerîka û beşdariya çendîn welatên Ewropayê û çendîn welatên
dinê pêk hatibûn, ecêbgirtiyê hêza berxwedana Hêzên Pêşmerge û şervanên
Kurd bibûn ku wekî tenê hêviya şikandina efsaneya DAÎŞê di meydana şer
de bi egîdî rol hebûn, lewma dest bi şandina hevkariya locisîkî bo
pêşmerge kirin; Dema Îraniyan di Îraqî de hay jê wê yekê bûn, taqeta wan
nema û bi handana dewleta Îraqê, rêgirî ji gihîştina beşeke herî zêde
ya wan alîkariyan kirin ku negihîje bi destê pêşmergeyên Kurdistanê.
Ew
di demekê de bû ku hikûmeta Îraqê, hemû milîsên ser bi rejîma Îanê di
Îraqê de pêka yasayan wekî beşek li hêza berevaniya Îraqê erê kirbûn û
mûçe bi wan re dida û bi qasekî zêde cebilxane jî xistibû ber destê wan.
Hekî
Îraniyan bi rastî şerê “DAÎŞ”ê dikirin, boçi serkirdeyên “DAÎŞ û El-
Qaîde” di Îranê de bêhna xwe vedidin? Bo “DAÎŞ”ê bi tenê mal û xanî û
axa Sinniyan û Kurdan kawil dikirin û ew rastî karesatên mirovî dikirin?
Bo dema ku hêzên DAÎŞ, nêzî Bexdayê bû rawestiyan û rû li Kurdistanê
kirin û êrîş kirine ser Kurdistanê? Bo ti kes napirse ew “DAÎŞ”iyên ku
Îranê bi “mecûsî” bi nav dikin, heta bo yek çirkê jî, bera tifengên xwe
nedane aliyê Îranê?
Li doma dujminatiya Îraniyan digel Başûrê
Kurdîsanê, piştî vê ku pîlanên “DAÎŞ”ê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatine
pûçkirinê, dema xelkê Kurdistanê refrandoma “serxwebûna Kurdistanê” bi
awayekî serketiyane bi rê ve birin, wê carê me dît ku heman leşkerên li
şer revî yên Îraqê, bi pîlana rasterast a Îranê û milîsên wê, êrîşî li
ser Kurdistanê kirin û karîn “Kerkûk” û çend deverên din yên Kurdistanê
ku bi cangorîkirina pêşmerge ji destê “DAÎŞ”ê hatibûne rizgarkirinê,
dagîr bikin û xelkê Kurdistanê rûbirûyê çendîn pîlanên din yên herêmî û
navxweî bikin. Bi alxahînî ve ku berhemanîna wan kurtefîlmaneyên ku di
wê dawiyê de ji aliyê rejîma Îranê ve bi tenê bona xeletandina xelkê
zûbawer û xelitandina hizra giştî ye û ya “Qasim Silêmanî” yê terorîst
pehlewanê têkşikandina “DAÎŞ”ê bûbe, dereveke şaxdar û dûr ji rastiyê
ye.
Hekî Îranî hinde netirs in, bo tevî xerckirina bi milyardan
Dolar û dabînkirina bi 10an hêzên bi kirêgirtî, heta niha jî otorîteya
“DAÎŞ”ê li Sûriyê bişkênin?
Ya rast ev e ku Îraniyan nexwestine wê
girûpa terorîstî ji dest bidin, ber wê yekê ku bi sedema amadebûna
“DAÎŞ” li Sûriye û Îraqê, bi berdewamî hewla serkutkirin û guherîna
demografya deverên “Sunnî” û bi taybet dujminatîkirin digel Herêma
Kurdistanê daye.
Veşartî nîne ku di dema xwe de, ji aliyê
birêveberiya Herêma Kurdistanê ve, çendîn caran û di hilkeftên cuda de
spasiya tev aliyan û bi taybet bi neheqî û bi qaseke zêde jî spasiya
Îranê kirine ku hevkarî gihandine pêşmerge; Lewma ez dibêjim bi neheqî,
çimkî li 3 dehikên derbasbûyî de, Îraniyan bi berdewamî hewla alozkirina
Herêma Kurdistanê dane û bi afrandina ftneyan, bi şandina terorîstan û
teqandinan, bi şandina madên hişber û “Peresûyan”, bi şerê saybêrî û
ragihandinê bona xirabkirina rûkê Hikûmeta Herêma Kurdistan û
birêveberên wê ber çavên xelkê, bi dorpêçkirinan û bi çendîn pîlanên
cuda yên dujminatî yên din, hewla jinavbirina ezmûna Herêma Kurdisanê
daye heta ku bi wê rêyê ve bi Kurdên Rojhilatê Kurdisanê bibêjin bêdeng
bin, eva ew deshilata Kurdî ye ku, hûn xevnê pêve dibînin.
Bê şik,
armanca sereke ya Îraniyan di wê flmê de ku hevkariya Hêza Pêşmerge
kirine, kareke armancdar e û bi zanebûn û bilî şikandina kerameta netewî
û serweriya Kurdistanê, ti merameke xêr di pişt de nîne. Karbidestên
rejîma Îranê dibe bizanin ku bi derewkirin û gotinên bêbingeh, ne
dikarin Qasim Silêmanî bikin bi qehreman û ne dikarin derbê li meznahiya
xelkê Kurdisanê û qehremanetiya Hêza Pêşmergê Kurdistanê bidin.
Hekî
rejîma Îranê bo yek rojê jî xema Kurd û Kurdistanê berçav be, bo çî
hemû rojan ref bi ref xelkê Rojhilatê Kurdisanê bi kom binçav dike û ew
hinde ciwanên Kurd îdam dike û kolberên reben û bê deshilat dide ber
gulleyan? Bila Îranî û dujminên Kurdan alxahîn bin ku nikarin dîrok û
rastiyan, bi çîrong û kurtefîlmên çewtekarane biguherin û îradeya Hêza
Pêşmergê Kurdistanê bi ti pîlan û hêzeke dujminkariyên wan naçeme.
Kurdên
Rojhilatê Kurdisyanê dibe axavtina wan rû bi rejîma terorîstî ya komara
Îslamî ya Îranê be ku rojane xelkê Kurd tepeser dike, bi hezaran carê
mafê mirov binpê dike û dahata xelkê terxanê berjewendiyên xwe dike û
qateke taybet pê dewlemend dike; Rejîma Îranê bona veşartina wan zulm û
sivikatîkirinên sîstematîk ku li xelkê dike, dixwaze ku Kurdan bi xwe re
mijûl bike û di navbera wan de mijûlê şikandina hev bin, lewma gelek
girîng e ku agehdarê wan pîlanan bin.