Ehmed TahirJi felsefa bav û kala
Em ketin çal û newala
Em fêrbûn bi xiþt û niviþt
Bi hezaran me ji hev kuþt
Her me got ola me islam
Dijmin berik bire ser dam
Bi vê çanda pîs û gemar
Em kirin dijmin û neyar
Çi cara me got hey hewar
Dibêjin kurd bûne kufar
Bi vî ramanê kevnperist
Derew bi ser rastiyê xist
Ji hev kirin parçe û bend
Heta kund li ser welat xwend
Mal û mulkê me tev xwarin
Gotin kurd bê cî û warin
Hin ji kurdên pîs û xiniz
Gel tolaz û zigurd û diz
Bûne dostê dagîrkere
Çav berdane zêr û pere
Xwe firotin bi hesanî
Ji kêm aqil û nezanî
Par û piþka me parçebûn
Omîd û hêviyê me çûn
Hin rêbaz û hin felsefa
Tiþtek nebû ji wan mefa
Pir bûn kêþe û rikberî
Tiþtê me xwest neçû serî
Çiqas me kir qîr û hewar
Ser piþta me hatin siwar