Çivîka Penaber, kurtefilmek ji berhemên Koma Govenda Kurdî ya jinan hate pêþkêþ kirin.
Koma Govenda Kurdî ya Jinan li bajarê Þilêswîga Elmanî bi serpereþtiya Þîlan Doskî sala 2019an hatiye damezirandin.
Kurtefilm ji 11 xulekan pêk tê, li ser kurteçîroka penabereke Kurd ko li dewletên Kurdistanê dagîr dikin nikarî bû bi azadî derbirîna hestên xwe bi zimanê Kurdî bike.
Beþê duyem ji filmê
Çivîka Penaber li ser destpêka damezirandina koma folklorê kurdî ya jinan
Koma govenda Kurdî, ev Kom bi fermî ya fermanberiya koçber û Penaberan e, ya herêma Þilêswîg- Filênisbûrg e (Schleswig-flensburg).
Rahênerên komê
Sûzan Abdalh ji Silêmaniyê
Mihemed Ehmed ji Efrînê
Exlas Ezîz Mesîh ji Zaxo
Di fîlm de jinên Kurd xewnên xwe yên mirî û hêviyên nû tînin ziman.
Armanca sereke nasandina nasnameya Kurdistanî bi ziman û çanda Kurdî ko ji raya giþtî re diyar bikin.
Hêjayî
gotinê ye ko Þîlan Doskî li gel koma Kurdî ya fermî ji hêla
fermanberiyê ve du komên din jî, yek Ermenî û yek Efganî damezirandine.
Ji
bo vê xebatê nêzîk salekê rahênerî û perwerdeya dîlanên Kurdî Koma
Govendê kirin, berî roja pêþkêþkirinê ko ahengeke mezin jê re hatibû
amade kirin, lê mixabin ji sedemên vîrûsa kovîd 19 hate rawestandin û
heta nuha jî pêþkêþkirin nehatiye pejirandin, tenê ev film hate erêkirin
ko pêþkêþ bibe bi mercê ko ne bêtir ji pêncî kesan li hindirê salonê
bin.
Þevbuhêr pêkhat: Bi amadebûna Serokê Herêma Schleswig- Flensburgê
Dr. Volgang Bûþman
(Landrat: Dr.Wolfgang Buschmann)
Û
serokê fermaneberiya Koçber û Penaberan birêz Reyner Þitîmkê (Rainer
Stimcke) û bi amadebûna serokê partiya kêmnetewa Danîmarkî li Elmanya
SSW birêz Filêming Mayer (Flemming Meyer)
- Di pirogramê de
Peyvek li ser nasandina Fîlmê Çivîka Penaber û koma govenda kurdî berî
fîlm bête nîþandan Þîlan Doskî (Shilan Doski) pêþkêþ kir.
- Berpirsa Hevrêzkara perwerdeya penaberan li Herêmê Xatûn Sîlkê Vîlîg (Sylkê Willig) jî li ser nasandin û çanda miletan axivî.
- Organîzekirina Pirogramê þevbuhêrkê û wergerandina zindî û ya hevpeyivînan ji hêla Amed Doskî ve hatiye organîzekirin.
- Derhênerî û montaca Film ji hêla herdu biraderên Îranî birêz Ferþad û Ferhad Golzade ve hatiye amadekirin.