Konê Reþ Wek ku diyar e, piþtî ku Mîr Bedirxan di sala 1847an de sirgûnî Stenbolê bûye, neferên malbata wî di çar kenarên dinyayê de belav bûne. Di wê miþextiyê de keçên xwe dane gelek mirovan. Ew keçên ku dane jî, bi rêk, pêk û þêwir dane û wiha gelek zavayên wan ji malbatên naskirî hene wek. Malbata qeralê Ûrdunê, malbata Elsulih li Libnanê, malbata Rehmî Hekarî û malbata Saadellah ji Zaxo.. Belê di baweriya min de çendî zavayên Bedirxaniyan hebin û têvel bin, kes ji wan nagihêje bejin û bala
Salah Saadellah kurê Zaxoka Botan. Ne di warê mirovahiyê de, ne di wê ilm û zanînê de û ne di warê Kurdewariyê de. Ez dikarim wî bi navê
Mirê zavayên Bedirxaniyan bi nav bikim.
Gelo mamoste Salah Saadellah kî bû? Ew nivîskar, torevan, wergêr,
zimanzan û rewþenbîrekî kurd bû. Rehmetî di sala 1930î de li Zaxo hatibû
ser rûyê dinyayê, xwendina xwe li Kurdistanê, Îraqê û Birîtanya
xwendibû.. Pirrê jiyana xwe a karê endazyariyê li Bexdayê û Kerkûkê
derbas kiribû. Di ber karê xwe yê fermî re bi ziman, ferheng, wêje û
wergêra ji zimanê kurdî bo îngilîzî û erebî û ji îngilîzî bo kurdî û
erebî mijûl dibû û wiha gelek pirtûkên wî yên hêja di vî warî de hatine
çap kirin wek: (
Dîplomat) ku ji îngîlîzî wergerandiye Kurdî û pirtûka (
Kurdistan Divided Nation of the Midile East), ku ji berê 60 salî ve bi îngîlîzî nivîsandiye û di bin naznavê xwe (
S S. Gavan) de çap kiriye, hem jî ev pirtûka wê hatiye wergerandin ji bo zimanê Erebî û paþê jî zimanê Rûsî. Jixwe ev ferhenga wî; (
Ferhenga Salaheddîn) ku bi kurdî û îngilîzî ye, zor bedew û giring e.. Hem jî ji xebatên wî yên herî balkêþ wergerandina (
Mem û Zîn)
e wî ev destana kurdî ya giranbiha ji kurdî kiriye îngilîzî û di sala
2008an de hatiye çap kirin.. Herwiha bi dehan pirtûkên wî bi zimanê
Kurdî, Erebî û Îngilîzî hene.. Buhiþtî di roja18/10/2007an de, li
Hewlêrê, paytexta Kurdistana azad, çûye ber dilovaniya Xwedê. Li ser
daxwaza wî, ew li bajarê wî Zaxo di nav xizm û karên wî de hatiye
veþartin.
Belê kebaniya wî mîrzade (Sînemxan Bedirxan), keça Mîr Celadet Alî Bedirxan e, neviya Mîrê Botan, Mîr Bedirxanê Azîzî ye.. Du zarokên wan hene; Azad û Dilnaz. Azad wek bavê xwe endazyar e û niha hin kompaniyên wî bi navê (GAVAN) ku naznavê bavê wî bû li Hewlêrê hene. Xwedê wî bi dilovaniya xwe þad bike.
Wêne:
Ez û rehmetî Salah Saadellah, di festîvala Bedirxaniyan de li Hewlêrê
sala 2006an. Wêneyê din; Salah Saadellah û kebaniya xwe Mîrzade Sînemxan
Bedirxan û herdû zarokên xwe Azad û Dilnaz.
Konê Reþ, Qamiþlo, 30.08.2020