Vejîna Kurd
Ez û te ne.. Efrîn!
Ne xewa min tê
Ne jî
Xumxuma ewran
Þevên te yên xulmaþ radestî xewê dikin
Gelo!
Çi tê bîra wan ewran
Ku helbestên xwe
Di guhên êvarên te de dixwînin? !!
Kê hûnandine
Ji bo te
Ev þevên çavþil?!!
Ewr...
Stranên baranê distirên
Dem..
Hêdî... hêdî
Kefenê zivistanê didrû
Bîranînên min
Bi biskên baranê re dibarin
Hestên dîn
Dikevin kolana xeyalên min.
Bihna te
Ji nêrgizên buharê ye
Girnijîna nêrgizan
Ji rengê te ye.
Erêêê... erê bajarê hêviyan!
Ez û te..
Di pencereyê re
Li keferatên zivistana sar
Û jidayikbûna buhareke rengîn temaþe dikin.