Zahra Ramadan
URARTUYÎ( XALDÎ)(BZ1300-615)
BZ di sala1300ê de derketin pêþ û qralê wan ê pêþîn ARAME ye .Urartuyan, bi
Naîriyan re dewlet ava kir .paytexta wê TÛÞBA ya li devê gola Wanê ye. BZ di
salên 1300-1200ê de Asûriyan tim êrîþ dibirin ser Mîtanî û Hurriyan
û zilmek dijwar li wan dikir. Piþtî feliþîna Mîtaniyan gelek baskên
Hûrriyan xwe kirin yek û xwestin qraltiyan ava bikin. Qraltiyên bakûr bi
awayê konfedral hebûna xwe parastin. BZ di 835de hemo qralyeta xwe kir yek û di
bin serkêþiya Sardurê lê de dewletek xurt ava kirin .
Urartuyan BZ di salên 810-775ê ji Azerbeycana ÎRANÊ heta Ermenîstana îro seranser, beþek Kurdistana Baþûr a îro, rojava jî heta Qizilirmaxê û ji wir jî heta ber perên Deryaspî tev xistin bin destê xwe. BZ di Sala 740ê de Asûrî bi xwe ve hatin û Suriye ji nav lepên Urartuyan stand. BZ di salên 735-714 de Asûriya êrîþên mezin birin ser welatê Urartu û þikestinên mezin li wan peyda kirin. Ermenî jî ji rojava hatin û li welatê Urartu bi cî bûn. BZ di Sala 615 de Med xurt bûn û ev dever giþ vegirtin. Îstît jî têk birin. Mîmariya Urartu, kargûzariya metalîk gelekî bi pêþketî bû. Urartuyî di warê nikirandina zinar û avdaniyê de jî gelekî jîr bûn. Keleya Wanê , Çawuþtepe, Adil Cewaz, Bêgirî, Palo, Mazgîrt, Baxin kele þarên girîng ên Þaristaniya Urartu ne. Rê , bend, Cobarên wan bin av û dengin. Di warên zêrîngirî, zîvkarî , çandinî û þerabê de li pêþ bûne. Urartuyan berê nivîsa Mîxî bi kar anî, piþt re nivîsa Hiyargolîf ku xwemalî wan e, bikar anîn. Xwedayên wan pir bûn. Ji vana ê herî mezin XALDÎ-XADÎ(xwedî), yê dîtir jî TEÛÞBA ye.