Kamran Simo Hedilî
Carnan
ez gêrîlayê pêþî
yê cîhanê me
roniya Manî
wekheviya Mazdak im
carnan wêneyên þadiyê
di dêmên min de rûdinin
carnan awirên bêkesiyê
di asîmanê çavên min de dicemidin
carnan tofana çiyayê asê
çirûska hemdem
Zerdeþtê kal im
carnan gula di guldankê de
bêav mayî
ciwanê bayê windakirinê
baskên xortaniya wî þikandî
di nav melûliyê de
kenê girî me
carnan qêrînên Rindîxanê
hevokên êþê
serê kurê di tûrê dagîkeran de me
carnan helbestvanê xeyalperest
loriya helbestê me
carnan derdê bêxemiyê
sibehên min dikê êvar
û carnan rûkeniya bûk û zavan
tawanbarê bêtawan
hêviya hatinê me ez
26.06.2013