Gazinek ji helbestvaniyê
Dîrok: ÇáÃËäíä 21 ÓÈÊãÈÑ 2009 Mijar: Nûçe
Silêman azer
Li vir, ez þivanê çêrandin demsalên gencîniya xwe bûm li þînkayiyê.
Dema, tihna te xwe daweþand perdeyê þevên min ji nediyariyê. Na,….. ne þeydayê navê te bûm, ne jî dilhezê helbestan bû bavê min li vir, lê te xwe hepiþande, kuncikên jîna min bikotekiyê. Ma hew bi tenê li hev hatinek bû, an pîlanek bû te veda bû ser riya min bi libkên rengîniyê. Tu ji min diguvêþe, zuhayiya xwe, barandinek ji xemgîniyê. Di çi rûsariyê de bû, ew dildarî, em bûne sîngek e vekirî, ji mêtina çewte peyvan re. Me li joriya valabûnê dibanînin, lêvin qeliþtî ji dilbijokiyê. Li ser milê me ye, seriyê gêjbûyî ji hêrandina wê xweziyê. Va ez barabûnek im ji firandinê re, û bilinde jî asîmanê te windagehê sawgirtinê. Qey di kîjan meydanê de tu baskokirine, hîna tu li ser bêdengiya min, di biriqîne morîkên bextê xwe rêwiyin ji tenêtiyê. Min þewitandin tiliyên pelandinê tu dikare, min li ser masa têkçûnên xwe, bi noþe, û min di þevbuhêrkên xwe de, binehwirîne firdikek ji bîreweriyê. Min riþma te, li gerdena bînayiyan gerandiye tu dikare bidêre wê azariyê. di pêçeka, rojan de, te ji þîrvedikim, û tu markiriyî li sergêjiyê. Wa…li derdora, hilatbûnan, bi pêka ketine, neviyên te, û te tobe nekiriye ji bergirtinên wê neçariyê. |
|