Pêwistiya zimanê dîplomasiyê bi hin gotinên xweþbîn û bi hêvî heye. Lê hêvî û nêrînên xweþbînî û niyetên pak di karê siyasî de, gelek caran dibin bela serê xwediyê xwe. Jixwe, gelê kurd, di vî warî de, xwedî ezmûneke dûr û dirêj e. Li gorî vê ezmûnê, mirov dikare kurdan bi "gelê dilpak û niyatpaqij" bi nav bike. Ev salixdan, di warê derûnî, civakî, çanderî û siyasî de ya herî xerab û kambax e.
Rast e, demokrasiya DYA’yê, û dûrketina wê ji çanda nijadperestiyê, ku hiþte yekî reþik bibe serokomar, ev cihê pesnê ye. Lê çima mirov vê pirsê jî ji xwe nake: Gelo serketina Obama, nepal kiribû? Pêwistiya polîtîkayên DYA’yê bi nimûnekê bi yekî weke Obama dihat, da ku hinek wêneyê DYA’yê ku di çavên gelên cîhanê de, di serdema Bush de reþ bibû, hinekî spî bike. Ango, Obama, dê mîna dekor, were bikaranîn. Û di stratejiya DYA’yê de, der barê Rojhilata Navîn û pirsa kurd de, dê tiþtek jî, neyê guhertin. Ango, dê Obama, li ser þopa Bush lê bi rêbaz û taktîkên din bimeþe. Ango, dê helwesta DYA’yê der barê Kurdistanê de "ew tas û ew hemam be".
Hinek kurdên me yên xwînþêrîn û xwediyê mejiyên giran û mezin û qelew dibêjin ku cîgirê Obama, Jon Baydin, alîgirê parçebûna Iraqê ye û ev yek, dê hêzê bide xweseriya Kurdistana baþûr. Lê ev biraderên zîrek ji bîr dikin ku Baydin, berî bibe cîgir tiþtekî din bû û piþtî bû cîgir, dê tiþtekî din be. Û Obama jî, dê wisa be. Ango, di siyasetê de, mirov neþê xwe bispêre gotina berê, lê tenê mirov dikare xwe bispêre berjewendiya niha.
Li kêleka Jon Baydin, Ram Amonowêl heye, ku Obama ew kire serpeywerên Qesra Spî. Ev kes, hevalê Obama ye. Çaremîn berpirsê payebilind ê partiya demokrat di kongreya DYA’yê de ye. Di rêveberiya Clinton de jî cih digirt. Ev kes, cihû ye. Li wîlayeta Þîkago hatiye dinê. Bavê wî "Bigamêne" û li Qudsê hatiye dinê. Kalikê wî, endamê çeteya "Aregon" ye. Ango sîyonîzmê teorîst bû. Ram Amonowêl, di sala 1991’emîn de di dema þerê Kendavê yê 2’yemîn de weke xebatkarekî sivîl, di baregeheke leþkerî ya Îsraîlê de dixebitî. Gelek çavdêrên siyasî hilbijartina Obama ji Amonowîl re, weke razîkirin û bawerîdayîna Îsraîlê dibînin. Ev Amonowêl, jixwe dostê Erdogan e jî. Her ku Erdogan diçe DYA’yê, dibe mêvanê vî cihûyê delalî. Tew tê gotin ku Erdogan, bi saya serê Ram Amonowêl, karîbû, zagona qirkirina ermeniyan ji rojeva kongreya DYA’yê derîne. Îca, divê kurd zêde dilê xwe xweþ nekin bi hatina Obama. Ji dilxweþkirinê bêtir, bila li yekîtiya xwe bipirsin, da bibin hêz. Kengî kurd bûn yek, wê çaxê, dê DYA polîtîkayên xwe li gorî kurdan bihûne, ne kurd, li gorî guhertinên DYA’yê, dilê xwe xweþ bikin, çawa ku dilê xwe bi hatina Hecî Buhsh (Bavê Azad) pir xweþ kirin û piþtre, xwelî li ser xwe werkirin.
Jêder: Azadiya Welat
http://www.azadiyawelat.com/nivis.aspx?n_id=1119