SERSERKÎ
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 28 ÏíÓãÈÑ 2007
Mijar: Nûçe



  ANTON ÇEHOV

Endamê meclîsa heremê Dolbonosov, wexta carkî ji bo wezîfê çûbu Pîterê* bi tesadûfî çû þevekî lawmîr Fîngalov. Lê belê, bawerîya wî li çavê xa nehat, gava xwandevanê hiqûkê Þepotkîn jî li wir dît, kê kû kêm zêde berî pênc salan zarokên wî re mamostê taybetî bû. Bi ya rastî, xêncî wî zilamê jî nasekî Dolbonosov þevê tune bû, dema þaþîtîya wî derbasbu, hinek ji êcizbûne, xwa da ber Þepotkîn:
“Win, ew... ewa... ê win çawa hatin li vir?” wiha pirsî Dolbonosov û alîkîde jî bawîþk
anî kûlma xwa.


“Ka çawa! Wîsa mîna we...”
“Yanê, ferzbikin, gerek ne wera be, ji mîna min...” Dolbonosov ji rûyekî tirþ ve
Þepotkîn mêzekir: “Hmm... ewa...bi rastî, xorto, þûxûlên we çawane?”
“Îdare dike... Min unîversîte qedand û niha jî wek karmendê wezîfa taybetî li cem
Podokonnikov de þûxul dikim...”
“Bi rastî!!? Ji bo destpêkê ne xerabe... lê belê...ee... zimanzêdetîya min biborînin, win
li vî  wezîfe çiqas qezenc dikin?”
“Heþtsed ruble...”
“Heþtsed ruble! Ev têra titûnê jî nake...”  got Dolbonov, mîna orîna dewarekî ji
ber xweda xeberda û paþ wî de carkî  din wekî hertim, dengêki ‘zirav u hurmetkar’ bi xwe ve kir.  
“Helbet, li Petersburgê ji bona jîyanekî ne feqîr ev pere ji têrê nake” got Þepotkîn:
“Lê belê, xêncî vî yekê, ez wezîfa sekreterîya îdareya rêhesina Ugara-Demaþîrskaya jî dikim... Ê welle ew jî qasê hezar û pencsed dide min...”  
“Win xadê!? Li vî rewþê, belê...” Dolbonosov, ka hertim, pirsa Þepotkîn birrî  û wê
gavê rûyê wî hinekî reng avêt: “Bi vî helketinê, berxê, hun xwedî malê va ji hev çawa nas dikin?”  
“Li cem Lodkîn, peyvdarê serayê...” got Þepotkîn, ji bersivekî kirtûpanî da.    
“Hun diçin cem Lodkîn jî!?” Çavên Dolbonosov bi þaþwazî zur bûn...
“Hem jî gelek caran.. Ez bi dotmama wî re zewicîmê”.
“Dot-mam-ma wî re!!? Hmm... Pêþkêþbikin...Ez, wek, hun zanin, ewa... her tim
daxazîya min ew bû kû win bibin mîrovekî mezin, rûmetbilind Îvan Petrovîç...”
“Peter Îvanovîç...” **
“Mixabin, belê, Peter Îvanovîç... Bawer bikin, we zanîbu, ez, min mezedikir, kesekî
nas... welle ji wî demê min naskir... û min bixa digot gelo ez ji çima wî bangê xwarinê nakim... He-he... Wer bawer dikim kû win vî kalikê belengaz bi red nekin! Otêla “Ewrûpa”, binimreya 33... saet yekî heta þeþa...”
 
* St.Petersburg (w.r.)
** Peter Îvanovîç Þepotkîn. Bi Rûsî de gava yekî re xîtap dikin wek hurmetî, navê mîrov yê pêþîn û navîn tê gotin (w.r.)
 
Bi Rûsî de wergerandin: Firat & Helîm PERO






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=834