Hijmara (2) ji govara Helez derket
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 05 ÏíÓãÈÑ 2007
Mijar: Nûçe



(Qamişlo - welatê me) govara rewşenbîrî û folklorî (Helez) hijmara wê ya 2an (payîza 2007) gihişte destê xwendevanan.
Vê hijmara nû ya govara Helez, gelek gotar, çîrok, helbest, pêkenok, û babetê tendirustî bi xwe girtine.
Li xwar em naveroka wê û gotara D. Zara Brahîm ya bi navnîşana (Taybetmendiya (NAV) li cem kurdan çi wateyan dide?!!) em di weşînin:


Naverok

Kurdekî sed û bîst û du salî…..          helez                 4
Taybetmendiya nav….                      Dr.zara              8
Ronkirinek di ziman de                    berzo               13
Nameyek ji Seydayê Keleş re            X.Sasonî           18
Mercên beşdarbûna kongir….            M.Silêman         21
Cegerxwîn û Şerefmenzûm               Xalis                 23
Vîtamîn D                                       Dr. W.Hacî         29
Şeva hinê                                       bavê Civîn         31
Çend pêkenok                                 E.Cizîrî             33
Were Zînê                                       D. Çeto             36
Pêkenok                                         Aso Elîka           38
Koseyên Cizîrê                                 Z.Mistefa          40
Çirî Wirî                                           Zozan              45
Metran Îsa                                       A.Evdile            47
Girkê Quncir                                    Lawîn                49
Dayka mezin                                    E. Robarî          50
Oxir xêrbe                                       B. Brûsk            51
Ferhengok                                      Helez                52



Taybetmendiya (NAV) li cem kurdan çi wateyan dide?!!

Dr.Zara Brahîm

Di pêvejoya avakirin û hebûna netewan de, hin faktorên giring tên xwestin û pêkanîn ta ku ew nasnameya netewî ya her miletî , taybetiya wî diyar bike û bide xuyakirin weke miletekî xwedî neteweke cuda. Bê peydebûna wan merc û faktorên serekî yên hevbeş ji aliyê her miletî ve, wek (ziman, dîrok, zemîn û hestên netewî….), ew millet karaktêrek netewî cuda nastîne, lewra rawestandina pêşî li ser wan faktorên ku me gotî ne, lê hin xal û faktorên din jî hene ku alîkarin bi yên pêşî re û dikevin bin siya  wan şertan de ji bo danasîna wê nasnama netewî.
Di vê babetê de emê rawestin li ser rola nav, ango navên kurdî yên ku li kesan û gund û deveran dikin, ew rola wanî giring di parastina netewî de, û bilindkirina hestên netewî li nik kesan û gelê kurd bi rengekî giştî, nemaze ku kurd xwedî dozeke netewî ye û bindeste, û dijminên wî jî hemû şêwe û pilanên asîmîlekirinê li ser kurdan pêktîne û dixwazê wî winda bike.
Wek ku em dizanin, taybetiya her netewî tê xuyanîkirin di riya ziman û dîrok û hestên wî yên netewî de, lê gava em werin bi rengekî întêlêktwal û drust li rewşa gelê kurd binerin, emê zanibin girngiya rola ( NAV) di dîroka netewayetiya kurdî de, li dijî hemû şêwe û pilanên asîmîlekirinê hember vî milletî, lewra pêwîste ku em vê mijarê bi ferehî şirove bikin û li ser rawesti.
ÇIMA NAVÊN KURDÎ????
Di pêvejoya dîrokî de ji pêşketina jiyana mirovayetiyê, her netewe cudabûn û karaktêrên taybet bi xwe birine, wek netewek ango milletekî başqe ji bilî yên din, yan jî wî nasnamek netewî ( national nam) standiye. Û helbet ziman roleke gewre di leyizê div ê mijarê de, lê faktorekî din pir giring heye, ew jî nave, ji ber ku her netewe bi zimanê xwe di peyivê û bi wî zimanî nava li zarok û xelk û deverên xwe dike, û bi vê tişta ha n ew tê danasîn wek netewek cuda di karta milletên cîhanê de.
Û ji ber ku her millet mafdare ku bi zimanê xwe bi axifê û bi xwêne û bi nivîse û navan jî li xwe bike( li gor destûra mirovayetiyê û zagonên cîhanî yên mafên mirovan). Loma ev prosêsa hanî normal( xuristî) nakevê bin siya netewe-perestiyê, wek ku hin kurdan pê tewan dikin, tevlî ku ew vî mafî ji xwere yasayî dibînin, lê ji xeynî wan re ne druste û qedexe ye.
Carna jî hin kes hene ku dibêjin: ma çima emê tenê navên kurdî li zarokên xwe bikin?!! Bere erebî bin, bere islamî-erebî bin, ma çima em bi vê awira teng li pirsa ziman û navan dinerin?!!! Lê pirsgirêk ne nijadperestiye û ne ne hezkirin ji navên erebî û misilmanan, lê ka em ji xwe bi pirsin gelo we dîtiye ku yekî turk, yan jî ereb navekî kurdî li zarokê xwe kiriye??
Ne tenê wilo, ew kurdan û navên kurdî napejirînin û rêjîmên wan qedexe dikin, ta ku kurd bi wan re bêne bişaftin.
Ji ber vê yekê û sedemên din, çima emê ziman û navên xwe winda bikin û em jî xwe nadin nasîn weke xeynî xwe bi hemû karaktêr û nîşanên kurdî, yên ku bi şêweke xwezayî ji mafên me ne!!!!!!
Em Karin bêjin (nav), ne tenê faktorekî zimanevanî ye ji bo çand û culture milletê kurd e, wek çespandina hebûna netewî, lê belê ew roleke bingehîn pir giring dibe di danasîn û hebûna dîrokî-cografî ya milletê kurd de destine, ji ber ku ne tenê ew wateya NAV weke nîşan dibe, lê ew wateyeke kûr û dîrokî di naskirin û mafdariya netewî de didê wî milletî û cih û cografiya wî ya taybet didê xuyakirin. Ji ber wilo jî em dibînin çawa şofînistên desthiladar, bi hemû alavan rê digrin li ber pêşxistin û geşbûna rewşenbîriya kurdî û karê xwe dikin ku wê nasnama wî ya netewî winda bikin, loma wan bi dehê projeya û pilanan lidarxistin ji bo vê armancê, ji bo erebekirin û bişaftina gelê kurd. Û me dît bê çawa navên bajar û gundên kurdan hatin guhertin, û di demeke ne dûr de jî wan nedihiştin ku kurd navên kurdî li zarokên xwe bikin, yan jî astengî didanî pêşiya wan û dixistin warekî siyasî de, û ew zinara erebî jî pêk anîn ji bo guhertina demoxrafî li herêma kurdî. Loma pêwîstî heye bo li xwekirina navên kurdî, çikû nav wateyek berfireh dibe di jîndariya hebûna gelê kurd de û dibe erkek netewî û her kes divê hayedar û pirsyar be ji bo gihiştin û pêkanîna vî faktorê giring û parastina nasnama kurdî.
Di vê mijarê de wê gelek pirs bêne bala mirov, û wê hin bêjin MA ÇI WATEYA NAV HEYE??ÇI GIRÊDAN DI NAVBERA NAV Û NETEWAYETIYÊ DE HEYE????
Bi rastî gava em vegerin dîroka kurdî û nemaze ya bindestiya wî, em Karin gelek wate û bersivan  têde bixwênin û jê derxin, û tê xuyakirin ew sedemên berdewamiya bindestiya wî û dûrbûna ji azadî û serfiraziyê. Ev babet gelekî berfirehe gava em li ser rawestin, lê mijara me bêtir li ser nava ye û wateyên wan.
Û eger em hin ji rûpelên dîroka navên kurdî bi hevre bixwênin, em Karin wê wateya nav ya wê demê derxin, ji ber ku bêguman girêdana nav bi hestên netewî û hişyariyê ve heye, û îro roj gava ku em dibînin bêtirên navên nifşên nûhatî û biçûk ji zarokên kurdan, navên kurdî li wane, ev tişta ha bi şêweke indirect ne tenê heme lixwekirina navekî kurdî ye, lê ew wateya hişyarî û têgiştina hestên netewayetiyê ye li cem gelê kurd, û didê xuyakirin ku êdî nav bi roleke xurt radibe di hebûn û avakirina kesayetiya netewî-kurdî de û wateya berxwedanê ye dijî hemû projeyên bişaftinê, dûrî dîtinên nijadperestiyê ji ber mafdariya doza wî.
Lê gava em li navê nifşên berê ji kurdan sêr bikin, tê dîtin ku hemû erebî ne yan jî islamî ne. ev tişta ha didê xuyakirin ku kurd ne tenê oldarbûn (misilmanbûn ), lê wan kesayetî û nasnama xwe û doza xwe ya kurdî dibin wê allê de winda kiribû( ne ku em dijî oldariyê ne, lê ne jî jibîrkirina netewayetî), sedema wê jî ku HIŞYARIYA NETEWÎ dereng li nik kurdan destpê kir û em jî li dawiya hemû netewên dora xwe man bê maf û dewlet, tevlî ku gelek fersende jî bi dest me ketin di gelek deman de.
Li vir, em nikarin bêjin ku çi kesên ne bi navên kurdî bin ew dûrî netewa xwe ne, lê her û her wê bandora nav û zimanê dayikê li mirov hebe û helbet mirov bêhemdî xwe didê pey wateya wî navî, û gava ku kurdî be, bêtir mirov ber bi pirsyarî û netewayetiyê de dibe.
Di vê mijarê de, nabe ku em mafê tu kesî wimda bikin, ji ber hin navên karîzmî di dîroka kurdan de hene û ew bi xwe navin oldar-xwedayî ne jî, lê ew bi rolek pir mezin rabûne bi destxistinên roja îro de û di hişyariya netewî de li cem milletê kurd û nabe ku em wan jibîr bikin wek wan navên mezin (Seydayê mele Mistefa, Şêx Seyd, Qazî Mihemed, Seyid Rîza û hwd).
Guhertinên mezin yên ku di çanda kurdî de pêkhatin û bandora xwe li ziman û navên kurdî kirin, bêtir hate diyarkirin bi belavbûna islamê di nav kurdan de û girtina wan bi wê olê ta radeyekê ku êdî nema hayê wan ji pirsa wan kurdî nebû û xwe ji dil û can xistin bin siya alla dîndariyê de û xwe di nav de pêre pêre jibîrkirin, di demekê de ku ji aliyê dî ve milletên din wek( Ereb, Turk û Farisan), di bin siya islamê de împeratorî û welat ji xwere avakirin û armancên xwe yên netewî jî bi cih kirin, û hayê wan bi tu rastiya oldariyê ve nebû.
Piştî wêre, gava ku dewleta osmanî hêrivt, gelek dewletên  netewî yên bindestî wan welatê xwe avakirin û dîse jî ew şûr û ala islamî bêtir li xwe kirin û armancên xwey netewî pêkanîn ji bilî millet kurd ve, kesek bê dewlet nemabû. Turk û Ereban gelek sûde ji islamê kirin û ta radeyekê ereban islam û irûbet kirin yek û ta roja îro jî ev îdyoljiya han berdewame û sûde jê digrin hîn bêhtir.
Kurdan pêşî da pey navên islamî, ta ku bêtir nêzîkayî li Xwedê û Pêxemberan bikin, hin bi hin navên kurdî kêm li xwe dikirin, pey re gava desthilatdaran dewletên xweyî netewî çêkirin, dest bi asîmîlekirinê kirin, lê kurd her û her bi pêlê diçûn û wan edî ne tenê navên olî birin, dest bi navên erebî kirin û ew îdyolojiya irobî-islamî, hino hino tevna xwe avête ser xuyabûn û geşkirina kesayetiya netewî kurdî, û ev projeyên han baş bi serketin, ji ber ku kurd man bindest û bêçare, lê rexê din xurt bû û xwedî dewlet û hemû alavên serkeftinê bûn. Herweha piştî hişyariya kurdî ji aliyê van pilanên dewletê ve, êdî hayedarî hêdî hêdî çêbû, kurdan jî ji aliyên xwe ve li hemberî wan siyasetan rawestiyan, lê ne bi wî astê ku tê xwestin, çikû gelek çax  û dem di ser wan ve derbasbûbû, û ta roja îro em bandora wan pilanan bi çavên xwe dibînin, û yek ji wan xalên biçûk ji wan, di vê mijarê de nav bûn. Loma, îro roj pêwîstî heye bi lixwekirina navên li xurû kurdî, ta ku ew erkê wateya nav pêk were û em êdî bêtir rewşenbîrî û zimanê xwe xurt bikin û bizanibin bi vê riyê û em wê xweşiya awz û mozîka wan navên kelepurî û lehengî û evîndarî jî jibîr nekin û kesayetiya xwe ya netewî geştir bikin û pêşbixin, û em bêne girêdan bi ziman û netewa xwe ve û xweşiya wê bibînin û nasbikin. Li vir her kes ji me berpirsyare ku bi vî karî rabe, û êdî em hêdî hêdî zimanê xwe paqij bikin ji gotinên biyanî, û em li navên kurdî yên xweş û şêrîn vegerin, û em kultura xwe bidin nasîn û cuda bikin ji yên milletên din, û em şanaz û serbilind bin bi netewa xwe. Ma çima emê navên xeynî xwe bibin? Ma qey navên weke(Ebû filan yan jî bavê filankes, yan jî ibin filan), ma ew ji çand û kelepurê kudî ye?!!helbet ew ketiye nav mede piştî irûbet û islamê, lê çima em ji xwere dibin, nemaze ku îro ev nav bêtir girêdana wan bi kuştin û têrorê ve hatiye!!bi rastî ev pirseke dive ku her yek ji me ji xwe bipirsê!!ma ne her mirov gava ji dê û bavê xwere çêdibe,navekî wî heye, lê çima ew zilamê han wê bêjê ez ebû filanim, yan bavê filanim? Ma ne navekî wî bi xwe heye û ew pê mafdare û di berde berpirsyare, û pêwîste ku ew rajê bare wî navî, çi bi qencî be û çi bi neqencî be!!di baweriya min de gava mirov ji nave xwe bazdide, dibê gunihekî mezin û bêpirsyarî, ji ber her mirov wê tiştekî ji navê xwe bibe. Loma dive ku nav kurdî bin û her kes bi navê xwe bête naskirin, û ji xwe gava ku nav kurdî be wê hîn xweştirîn be û wê bikevê bin erkê parastina kesayetiya netewa kurdî de û wê bandorek erênî hebê li paşeroja milletê kurd jî.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=813