Gelê Kurd , ta vê xulekê jî ne serbixweye , hêj mafê çarenûsiya xwe wernegirtîye , girîngtirîn sedem ji bo berdewamîya jîndarîya doza me ew bû ku pêþeroj li me bi xwedî derkeve , em jî mîna miletên vê cîhanê bibin xwedî nexþe , bi azadî , aramî û tenahî bijîn , lê her ku rojên vê pêþerojê li me derbas dibûn , jiyan reþtir û tarîtir dibû , dîrok li me dizîvire , xwe vedigerîne , dijminên gelê Kurd weke demên rabirdû dibin paþmêr li piþta hev , bi tund û bi dijwarî pilan û operasyonên tewanbar li ser welatê me ji her çar alîyan ve bê cudahî dimeþîn in , hemû hêzên aborî û watedarî diçewisîn in , ji bo armancên xwe yên setemkar û bidestxistna encamên serketî û girîngtirîn armancên wan ewe ku nexþeyê Kurdistanê ji nav nexþeyên welatên cîhanê winda bikin .
Di pêvajoya rewþenbîrîya Kurdî de , rola Pênûsê di bilindtirîn ast de bû , ji bo pêþvebirina tevgera rizgarîxwaza welatê me , çendî rola siyasetmedaryê bilind bû , lê bandora Pênûsê ji gelek bandorên din berztir û bi hêztir bû , bê guman Pênûsa seydayê Cegerxwîn yek ji wan Pênûsan bû , ku bi roleke mezin rabû ji bo pêþvebirina tevgera miletê Kurd bi tevayî û li Baþûrê-Rojava bi taybetî , akama Pênûsa wî , berê keç û xortên me da ser rêka ziman û wêjeya Kurdî , îro em hewcedarî hevgirtinê ne , em ne hewcedarî vekirina derîyên mijarên hetsyar û lawaz in , û di rewþa me ya evro de , ne pêwîste ku ji hevdûrxistin bibe semyanê dozekê weke doza me .
Çareseriyên rastexwe ewin , ku em karibin bi dilêrî , bê tirs û bê saw , pelên hiþk û zer ji darên awat û hêvîyan biweþîn in , bi kêmanî em þaþîyên xwe , ji xwe re nasdar bikin û hewl bidin van þaþîyan çareser bikin .
Di rabirduwa tevgera rewþenbîrîya Kurdî de , siwarên dêrîn ku xwedîyên Pênûsên zêrîn bûn , rêk û þivîlekên ku li pêþîya me girtîbûn , hem vekirin û hem ronî kirin , belê îro di nava van astengên tund û dijwar de , em nikarin gazî wan siwaran bikin û doza alîkarîyê ji wan bixwazin , em nikarin ji wan mirîyên zindî re bibêjin :
- Ji wê xewa þêrîn þiyar bibin û werin bi hawara me de , dijmin dîsa li me bûne yek .
Bi tenê em karin ji xwe - em zindîyên mirî - bipirsin :
- Gelo , çima em bi destên xwe , wan rêk û þivîlekan digrin , ewên ku wan siwarên leheng bi xwîn û bi xwêdana xwe li pêþîya me vekiribûn ? çima em wê ronahîyê reþ û tarî dikin , geh bi hay û bi mebest û geh bê hay û bê mebest ?
Ev 23 ê sal li ser koçkirina seydayê Cegerxwîn re derbas dibin , û hêj em li avêtina gavekê li pêþ digerin ku ronahîyê bide cihên reþ û tarî , lê em dibîn in ku em bi deh gavan li paþ vedigerin û þûn û þopa wê gava li pêþ winda dikin .
Pênûs ne alaveke birîndarkirinê ye , eger hewcedarî hebe ku ev Pênûs bibe Niþter , bela ev niþterî bikeve xizmeta saxlemîya tenduristîya Ziman û rewþenbîrîya Kurdî , Pênûs alaveke hestyare , yan wê di nav tilîyên xwediyê xwe de bibuhje û bibe ronahî , yan wê bibe Agir û xwediyê xwe bisotîne , pirrengî ciwantirîn þaristanîye , bela em pirreng bin , lê bela bingeha vê pirrengîyê sipî û zelal be , da ku ronahîya rengan biçirise û di sînga Asman de bibe kolkezêrîn .
Di bawerîya min de resentirîn çareserî ji rewþeke weha re ewe , ku her yek ji me , ji hêla xwe ve , Derwêþê Evdî di kesayetîya xwe de bibîne , cangorîyan bide û bi dilêrî Fincana Qehwê ji destê Edûlê bigre û pêvajoya berxwedanê berdewam bike , eger em li giyanê Kurdewarîyê bi xwedî derkevin , gerek berîya her tiþtî di rojeke weke rojên evro de , em ji Rom û Ecem û Ereban re biçesipîn in , ku ew nikarin hevgirtina me ji hev tarûmar bikin , ronahîya Rojê nayê embar kirin û miletê Kurd bejna xwe ji asteng û kulibandinan re natewîne , tevî ku dîrokê tundî û dijwarî li me kiriye , lê emê bi hevgirtina xwe , ronahîya felat û azadîyê li welatê xwe vegerîn in .
* Ev gotin , di roja 22.10.2007 an de , li ser gora Seydayê Cegerxwîn min xwend , di gel helbesteke xwe bi navê ( Semayek li ser peravê yadîyan ) .