DU DOZ DU PARZNAME
Drok: 28 2007
Mijar: gotar



  Îbrahîm GUCLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)

Dozên di derheqê min/me de vebûne dom dikin.
I- Doza Konferansa Komara Kurdistanê a Mehabadê…
Konferans, di 03. 04. 2005-an de ji aliyê KURD-KOMê ve hat bi dar xistin. Bi sedan kes bedarî konferansê bû. Konferans bi du zaravên  kurdî (Kurmancî û dimilkî) hat meandin. Gelek kes axevtevanên konferansê bûn. Bes di derheqê min (kevneberdevikê KURD-KOMê), Halîs NEZAN (Kevneserokê HAK-PARê a axa Amedê), eyhmûs AYKOL (Kevneberdevikê KURD-KOMê) lêpirsînê dest pê kir û pit re doz vebû.


Ji aliyê dozger de tê xwastin ku em ji tewîka serîhildana gel bên ceza kirin.
Doza Konferansê, hatiye merheleya dawî ye. Emê parêznameyên xwe bi niviskî/devkî bi kurdî û tirkî pêkê bikin.
Doza Konferansê, li Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê ya 7-emîn a Diyarbekirê, di 01. 10. 2007, kathejmar (seet) 11.00-an de pêk bê.
II- Doza  Mea Amed û Xabûrê…
Dewleta Tirk, di destpêka sala 2006-an de  ew lekerên li Bakurê Kurdistanê têrê nedît jinûve bi sedan hezar lekerên din anîn li tixubê Bakurê Kurdistanê û Baurê Kurdistanê bi cîh kirin. Armanca vê amadeyiyê ew bû ku li hemberî Herêma Federe ya Kurdistanê eriekê pêk bîne. Di vê merhelê de jî dewleta tirk ji vê armanca xwe dev ber nedaye. Di van rojên dawî de serlekerê erdî BABUX dîsa ev armanca dewletê gelek akere diyar kir.
Me sê hevalan (Min, Zeynel Abîdîn OZALP, A. Sedat OGUR), ev helwest û hereketa dewleta tirk ji bona neteweya kurd û Herêma Federe ya Kurdistanê gelek xeter dît. Di hemen dem de ev helwesta dewletê ji aliyê me de li dijî hiqûqa navneteweyî û mafên gelê kurd  jî hat dîtin û irove kirin.
Loma me biryar girt ku vê bûyerê protesto bikin, bala gel û reya gitî ya demokrat bikînin ser vê bûyerê. Ji bona protestoyê jî me biryar da ku em ji Amedê heta Xaburê bimein.  Hezar mixabin pitî daxuyaniya me ji çapemenî re, pêî li mea me hat girtin, em  hatin binçav kirin, dadgehê biryara hepiskirina me da.
Doza Mea Amed û Xaburê hatiye merhela dawî, emê wek terorîstan bên ceza kirin.
Doza Mea Amed û Xaburê dê li Dadgeha Cezayê ya Giran ya 6-emîn ya Amedê di 02. 10. 2007, kathejmar (seet) 09.00-an de pêk bê.
Emê parêznameyên xwe bi kurdî û tirkî pêkêî dadgehê bikin.
Amed, 28. 09. 2007







Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=680