Siyasetmedarê Kurd Norî Birîmo Dîdarek taybet Bi Rojnama Aso re
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 19 ÓÈÊãÈÑ 2007
Mijar: Hevpeyvîn



  1 - Rewşa dawiyê ya partiya we - partiya dîmokratî kurd li suriyê (elpartî) – çiye? û sedema perçebûna dawî ku ji helê abdurihman alocî ve hate kirin çibû..?.

= Bi Rastî – bê  pesin – mirov dikar bêje ku di van çend salên dawiyê de û bi taybetî di sala borî de..., partîya me bi her şeweyekî serê xwe hildayî û bervepeşve diçe…, ji br kû me karî bû bêtirî yekbûnekê di hundir va salê de bi destxista…, bo nimûne: ji berî kongira me ya (10) an…, çar refên ji hevalên ku ji berî niha bi çend salan de cuda bûbûn li xwe vegerîyan û tekra tevle partîya xwe bûn…, û hevalên bi Aloci re jî gropekî ji wan bûn.


2 - Wek ku li malper û ragihandinên elpartî de hatibû weşandin ku berêz abdulrihman alocî bi vegera xwe bo nav elpartî rûpelike nû û vejinek çêkir , lê piştî tevlêbûna kongrê û postê serwerî bi destxist careke din veqetiya û cidabûna xwe li gel komelek kadir û berpirs ragehand  ev çawaye…?.

= Mamoste Alocî…!?, partiya me perçe nekir û tu caran jî nikare perçe bike…!?, tenê wî kanîbû pilaneke kesayetiyê ji bo berjewendiya xwe di kongirde biserxista…!!??, ew pilana jî wergirtina serweriyê ji bo wî bû…, da kû piştî vekişandina xwe karibe partiyekî nû ji bo xwe ava bike…!?, lê mixabin wî bervê tivingê berve xwe kir…, û hesabê sûkê û berîka wî camêrî li hev ne hat…!?, çûnkê eger Alocî bi sed hevalekî tevle me bû …, ewî nikarî bû bi nîvî wan hevalan ji nav partiya me vekişiya…!!?, eva jî rastiyeke kû tu kes nikare bêje ne weye…, pirraniya hevalên ji kevinde bi Aloci re niha di nav rêxistinên partiya me de kar û şalakiyên xwe bê du dilî berdewa dikin û guhê xwe nedan lîstikên birêz alocî…!!?.

3 - Ji bo çi piştî ku berpirsekî navdar ji nav her partiyekî rojavayî Kurdistan cida dibe yan îstifa dike xwediyên rexistin yekser bi kesekî xerap û pîlanger dijmêrin?.

= Raman û şêweyên dîmoqratiye û çanda têkeliyên sivîil di nav partiyên me de, di astekî nizim dane…, loma em nikarin bizava xwe ji pirr nexwaşiyên xerap rizgar bikin yan jî biparêzin…, veca ji ber va yekê gelek kirîza peyda dibin û gelek kadroyên paqij têkdiçin.

4 - Başe mamoste cewazîya ku di navbere cidabuna we ji yekitiyê û ya berêz alocî ciye? aye win piştgrîyê li pirbûna jimare prtîyan dikin yan çawe?.

= Weke tê zanîn kû em jî hêzek bûn, ji wan hevalên ku di  slal borî de -  ji ber sedem û nakokîn netwî û niştimanî ji partiya (el wehdê) cuda bûn - û vegerîn El-partî…, û hînga me xwest kû her kesek bîr û baweriya me bizanibe…, loma jî me got: em xebata ji bo doza kurdî bi xebata el-partî ve girêdidin…, û her wisa em dixwazin niha jî bêjin: gava Em ji yekîtî (pydks) cuda bû em birçîyê berjewendîyên  kurdistanê bûn…, em ne birçîyê serwerî û nişanên ser Milan bûn…, loma me dît kû emê karibin rola xwe di nav (alpartî) da baştirî avakirina jimareke nû bi lizîn…, veca cêwazî di navbere me û Alocî de çiye…?, wîn dikarin ji alocî bipirsin…, bi herhalî hesta me yekîtiya tevgera me ye…, û weke te xuiyan kû ya wî xebatkarî jî:  ezezîtî ye… û hew…!?.

5 - Ji bo çi ta niha tevgera kurdî li rojavayê Kurdistan yeknegirtîye û herdem toşî letbûn û perçebûn dibe….?

= ji ber kû pirraniya partiyên kû ji partiya 1957 an - ya mak- qetiya ne..., li gorî sedem û nakokiyên keşayetî û ezezî cuda bûne…, û bi ser kul û derdan da jî, wîn dibînin çawa giropên nû (yên intêrnêtî) weke kuvarka - ji nişka û nedîva û roji bi roj - bi ser zemîn dikevin û bê bingehên rêkxistinî û cemawerî, têne damezirandin…, loma jî li hevkirin û yekbûna wan gelek bizehmetiye …!?, Vêca bi nêrîna min be: zor girînge kû partîyên me yên sereke di zûtirîn kat de li hev bikin û pirr guhên xwe nedin berazîtên (moşaxebat) kû ji virda-wêda derdikevin hole…, da kû karibin nûnertiyeka netewî kurdî li rojavayê kurdistanê ava bikin li ser rîya çareserkirina doza me ya dademend û rewa.

6 - Çareseriya doza kurd li rojavay Kurdistan de ji derva de dibe yan li şamê de dibê ?

= Rastiya kû mirov dikare di va derheqî de bêje we ku: tu carî tu pirsgirêk navxoyî çareser nabin heyanî ku guhartinên gewre û bi rastînî li sûriyê nebin…, yanê eger hêzên opazisiyona demoqratî – çi li hundir û çi jî li dervayî welat - di gel alikariya hemo piştgirên mafên mirov û miletan ..., xwe nedin ser hev û li derdora rijîma bees nehêwirin û dorpêç nekin, û Rijîmeke dîmoqratî bidestnexin tu maf nayên wergirtin..., bi taybetî doza kurdî ya niştimanî û netewî, tu caran serê xwe nabînê....,cûnkê doza me bi guhartinên sûriyê ve girêdayîyî ye …, bi kurtî eger sîstema bees neyê rûxandin tu carî roja azadiya gelan li sûrîyê bilind nabe.

7 - Win bi çareseriyeke wek îraq li sûriyê razine yan çawe dixwazin….?

= Kurd miletekî aşîtîxwazin..., Ne şerxwazin..., loma Daxwaza patrî û tevgera me ya sîasî ewe kû guhartineke demoqrasî ( bê xwîn rijandin ) li sûrîyê biqewime û di nava wa çarçewa aşîtiyê de doza kurdî jî bisrekve…, lê gava rojîma bees dergehên dan û istandinê li pêş me bigire (qapat bike) û xwe bide sêmerê (serhişkiyê) weke çawa sedam li îraqê kirî…, em jî mecbûrin hînga - weke neteweke bindest - bêjin: Şerekî were ber derî li ser serî...!?, mixabin xuyaye sînariyo ya îraqê ya xwînî li sûriyê jî li ber çava ye...!?.

8 - Rewşa bi erebkirina dêrikê çawa dibînin û çawa çareser dibe?, aye partîya elpartî bi taybet û bizava kurdî rojava bi giştî  ta niha çi kirine ji bo doza neteweyî û bi taybet ev bi erebkirina dêrikê çi gaveke pratîkî bûye?.

= Beriyara kû li va dawiyê rijîmê bi erebkirina dêrîkê derxstî..., heya roja îro pirojeke bincilî ye (surrî)..., yanê derbasî warê piraktîkî ne bû ye..., ji ber kû bizav û miletê me yekser û bi yek dengî pirotisto kirin û li tersî wa pirojeya şovînî gelek çalakî kirdin..., loma Beesîyan nikarîn va carê erdên kurda jê bistandana û bidana ereba..., ji hêleke dî va jî dixwazim bêjim ;  dem hatîye guharitin û kurd jî hatine guhartin û her wisa rijîma sûriyê jî ne bi hêza xwe ya berê ye..., lê bi rastî çi ji destê me werê der emê bikin gava tiştekî wisa şovînî li rojavayiî kurdistanê biqewime.
======================
* Norî Birîmo : berpirsiyarê mediya partî dîmoqratî kurd li sûriyê (el-partî) – li kurdistana iraqê.
** Rojnama Asohejmar 533 – roja çarshemê 19-9-2007 (herêma kurdistana iraqê – sulêmaniyê) .







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=669