JIHEVKETINA SOZAN HÊVÎ BELAV KIRIN
Dîrok: ÇáÎãíÓ 06 ÓÈÊãÈÑ 2007
Mijar:



  Sernivîsa rojnameya DENG *

Di destpêka sozgarê nû de..tixûbkirî ji 10-7-2000 an de , dêmekî mêjûya sûnda D. BEŞAR EL ESED serokê komarê , ya yekemîn, peyva li ser serrastîkirin û nûjenkirinê bêtir bû, dema ku di axavtineke giştebêjî de li pêşiya Encûmena gellê Sûrî , soza serrastîkirinê hindur û bi berfirehî ji Konevanî û Abûrî û Hînî û Pîşekî û Werzî (çandinî)…û h.w... da


ku zelalî û ravekirin şêwazên gihîjtina armanc û xwestekên rêncberiya gell û civaka Sûrî bikin, û ew axavtina sûndê di navîna rêjîmê de ma mina rêbaza delîveyê ..an pirojeyekê  bi guhertin û nûkirinê re hewdel bû ta pilekê ku dirikandina neştimaniya demoqrat jî bi hemû pêhristên xwe yên Konevanî- Çandî- Zanestî- Mafxwazî ,hêviyên mezin pêve girêdan, ew bizava ramyarî û şaristanî (bajarî) bi nav bû (BUHARA ŞAMÊ) çiku Şama paytext û herêmên dîtir kar û çalakiyên berfireh derbarî sîmînar û hevdîtinên konevanî û rewşenbîrî ku civaka Sûrî bi hemû rengên siya netewî – olî – konevanî, tiyên wan bûn,.. dîtin… lê bilez  hêvî belav bûn , bi jihevketina ewan sozan re an çûna wanî li ber bayê vegera mista asayişî , yak u kesên xwedî nêrîn cudazal  û binçav kirin û avêjtin binê zindanên xwe û dadyariya zordestiyê ji berê bêtir bi wan kir..ta ku welat  di delîveyên zindî de nemaze ji hêla konevanî û abûrî..kete paşvegerê û serberjêriyê..
Ji aliyê konevanî de : jiyana konevanî di welêt de kostek kirî ma û ta nuha jî.. dibin bandora mejiyê destilatdariyê û xêrûbêr û yasayan de.. û dadgehên awarte yên setemkar, tev ku ew bi xwe perîşana zagon û yasayên rêxistina xweye … û pêre destên desthilatdarên asayişê hate hildan temirandin û riswakirin û girtinên li gora xwestekên xwe pêk tînin , li nik berdewamiya rejîmê ya tekûz di nepenî ( guhnedana) hejmabûna netewî û konevaniya rasteqînî de , ji bilî pitirkirina jarkêşana gellê Kurdî dutalî  ji encama bêhtirkirina ripên  erebkirinê û konevaniya heşaftina netewî ku rêjîm derbarî vî gellî pêktîne û bi karanîna yasayên awarteyên zormend di der mafê wî de … weke gaveke dîtir div ê rêşanê de , ew belavkirina panava hezarên doniman ji xaka hor ya çandiniyê ji gundên herêma Dêrikê ku dane cotkarên Ereb ji herêma Şedadê … başûrî Heskê , weke kardaneke hemwelatî û tekûzî boyî pirojeya kembera erebiya keçedeng û ji para mêjera bêparkirina malbatên cotkarî Kurd ên ku hilanîn û danîna evan xakan bi dest wan bûn berya ku bibe bi nave ( mezari eldewle ) .
Lê ji hêla abûrî de : abûriya welêt kenarkirî ma kêmên kêm ji mêjerên tevayên gell pê tewş dikn , li ser mêjeriya qata jêrîn û ji berjewendiya refa serdest re , ya ku kilîtên abûriya piştebankirî bi hemû pêkariyên ji navendên xwedî biryar berbi wendakirina qata navîn de didehfînin , ev û di demekê de ku abûra welêt di raweyeke mîna dorpêçkirin û vedûrxistina bazargeha cîhanî de ye , û pêçana mijara hevbeşiya ewrupa û sûrî , û dirav berbi jîwerê şikandinê ve diçe , bi pîvana hildana berdewam ji buhayê eşeyên giringî jiyanê re û çi hinartina endîşeyê ye ew hevdemiya evî jîwerî bi raweya dest gemariyê yak u ranaweste re û di nav re pêlên berfireh di hudur û derveyî dezgehên navnetewê de , ta welat û gell gihandin evê rewşa perîşaniyê û pitirkirina bêkariyê û daxistina hêza kirînê li ba yên kêm pere ( xwdanên derametên tixûbkirî) … belavbûna dîmenên çewt û yeman  nexasma gunehê hevbend wek : kujtin û talankirin – kujtin û nijdekirin – tevlêşbûn û kujtin – têkilî û bazirganiya dermanên serxweşiyê ( gêjkirin ) – hîbûdî û dizî ….. û her wiha … !.
Eve nîşandeka destpêka tengasiyên hinasçikîne … derbarî qonaxên ku ji temenên vî welatî nên  .
Îro û di nava nîrên konevaniyên cîhanî û herêmînî nû de armanc ewe dagerandina bi lez tevlî guhertinên navnetewî jibo jihevderxistina mafdanên delîveyeke dîtir , taku barên nû pavêje ser milên netewekar û demuqratan boyî ku wan pêkbînin , û di kêferata van dijberiyên ku herêma me dibîne … Libnan – Felestîn – Îraq - …. Û nêzîkbûna destpêkirina dadgeha navnetewî bi karmendiyên xwe di tûjandina kujtina serokşahyarê Libnanê yê bûrî  REFÎQ ELHERÎRÎ , û zirpên ku hêzên navnetewî tajone ser welatê me û vedrêjbûna wan di herêmê de ku tevde berbi bilinkirina gef û pêkoliyan de tajo û ne li dij … û tê xwestin ku dadmendî bi pîvanên zanestî di karê konevanî de û der bi vîna gelêriya pan de ji civaka gell pêk bê û pêhaybûna hemû rengên siyên wî û misogerkirina mafên wan .
Di nîvê evan nîran de , die van kêferatên tûj re sûnda nû di 17/7/2007 an de me vedgerîne çarkoşeya yekem piştî heft salên zor zuha taku em bêne pêşrêzpêçên nû ji sozên dûbarekirî , ji beloqên wan  : yasaya partiyan - encûmena hemrayê – vesaziya yasaya çapemeniyê- havildana arîşeya amara 1962 an ( yên hemwelatî ji wan hate standin ) , lê bi awayekî jêkirî… dêmekî nêzî yên dengjênanî (mektûm ) nebin û bi pêlerzeke dengî vê carê ji xey berê cuda bû , û rêya xwe bi çareserkirina jîwerê kurdî nexist… her wekî ku aloziya Kurdî di mijara bê nasnameyan de hatiye bişavtin , div ê çarçewê de û derbarî jîwerê konevanî tevderbas ( tevlihev) û mij û morava ku mirov nikare pêşbêjiya hûrbînî di pêjora wê de bike û wê rewş di nîgarkirina konevaniya welêt de di kurre derê ? û çawa tixûbkirina hilbijêrên ayindê derbarî vê yekê dibe pirsin xwe berdin bîra şopgêr û pîtepêdayên niştimanî û endîşeya wan gûr dikin , dibe ku beloqa wan jî : gelo erê ev rewş ne zirta cengeke bê dawî ye ? û ciyê welatê me ji vê çibe ku ew tişt bûn ? gelo evê care rastiyek di dûrêzkirina netewî de û bicîhatina sozan têre heye ? û kanî pirojeyên pêşewazî û yasayan div ê redeyê de .
Gelo firehbûna demê têrê heye ?..... pirsnî rewa ne , emê besivên wan bihêlin ji dema nêzîkhatî re .
-------------------------------
* Sernivîsa rojnameya DENG  - hijmar 84 û 85 (Tebax û Êlûna 2007z)..  Rojnameyeke giştî ye, ji weşanên nivîsgeha çand û ragihandinê, ya partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=653