Film kurd Nv Heyv di snemayn Elmanyay de
Drok: 08 2007
Mijar: Ne



Filmê kurdî Half Moon ("Nîvê Heyvê") yê derhênerê kurd ê binavûdeng Bahman Ghobadi dikeve sînemayên Elmanyayê. Filmê ku gelek xelatên navneteweyî stendine, dê ji roja 09.08.2007ê û pê ve li gelek sînemayan bête nîandan. irketa Pandora Film a elmanî mafê vê filmê kurdî ji bo nîandina di sînemayên elmanî de kiriye. Film dê bi zimanê kurdî û jêrenivîsên elmanî bête pêkêkirin.


Filmê Half Moon ("Nîvê Heyvê") behsa çîroka hunermendê kurd Memo dike. Memo dengbêjek yixtiyar û navdar e. Pitî 35 salan ji libendemayinê, Memo erêkirin stend ku li Kurdistana Iraqê konsêrtekê pêk bîne. Kurê Memo naxwaze ku bavê wî bide ser rê, çimkî ew bawer dike ku titekî ne ba dê li hêviya wî be, berî ku heyv temam bibe.

Keko hevalê Memo ye. Ew otobuseke dibistanan dajo û alîkariya hevalê xwe dike ku 10 kurên Memo yên muzîkvan bide hev, ku her yek li devereke Kurdistana Îranê dijî.

Ji aliyekî dî ve, divê Memo hunermenda jin Heo qanii bike ku pê re here konsêrtê. Heo ligel 1334 jinên hunermend ên jin ên dî yên revyayî li devereke çiyayî dijî. Ji ber ku li Îranê qedexe ye ku jin li pêiya mêran bistirê, Heo xwe di otobusê de vediêre.

Rêwitiya Memo û grûpa wî ya hunermend tije zehmetî ne. Lê bêhna Memo ya fireh herkesî dibe nav hest û sihirbaziyê.

Filmê Half Moon ("Nîvê Heyvê") dê di van sînemayên elmanî de bête nîandan:

Berlîn:
- Filkmkunst 66
- Eiszeit: seet 19:15
Potsdam:
- Thalia: seet 19:30
Hamburg:
- 3001: seet 21:00
- Koralle: seet 17:15, We 15:00
Düsseldorf Black Box:
- pêncem û în: seet 21:30; emî, yekem û sêem: seet 19:00
Bochum:
- Metropolis (di bahnhofê de): pêncem, în û emî: seet 18.30, yekemê ta çaremê: seet 20.15
Aachen
- Apollo: seet 19:30
Frankfurt
- Harmonie: seet 17:00 û 19:00
Freiburg
- Friedrichsbau: seet 17.00 û 21:20
Karlsruhe
- Schauburg: seet 19:00
Marburg
- Kammer
Stuttgart
- Delphi: seet 16:20 û 20:15
München
- Arena: seet 19:00
Nürnberg
- Cinecitta: seet 17:45 û 20:15

Beek ji filmê "Nîvê Heyvê" û herweha agahiyên berfireh dikarin li vê derê bêne peydakirin:
www.half-moon-film.de
























Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=618